MKG û DFG dê ji bo rojnamegerên hatine girtin daxuyaniyê bidin 2024-12-24 13:01:34     NAVENDA NÛÇEYAN - MKG û DFG dê sibê ji bo rojnamegerên girtî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin.    Polîsan êrîşî daxuyaniya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firatê (DFG) ku  li Qada Şîşli ya Stenbolê ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin kirin.     Di êrîşê de li gel ku  rojnameger hatin binçavkirin, 7 rojnamegerên jî di 22’ê Kanûnê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.     MKG û DFG dê sibe saet di 13.00’an de têkildarî rojnamegerên girtî li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin.