'Rojhilateke Navîn a bê şer daxwaza me hûmyan e' 2024-12-24 15:05:55   RIHA - Di daxuyaniya di bin pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de di roja duyemîn a çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê hatiye destpêkirin wiha hat gotin, “Divê hêzên navneteweyî ji bo avakirina aştiyê li Rojhilata Navîn helwestê nîşan bidin. Sûriyeya demokratîk, Rojhilata Navîn a bê şer, daxwaza me hemûyan e."   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku li kêleka bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiya nobedê ku hat destpêkirin, di roja xwe ya 2'yem de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî nobedê bûn.   Girseya ku li dijî hewldanên astengkirinê hat cem hev, nobed bi sitran û govendê berdewam kir.     Ligel berdewamiya çalakiya nobedê, têkildarî êrîşan daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta meyê" hat vekirin, pankarta "Em bi hev re bi ser kevin, em ê bi hev re biparêzin", "Bijî berxwedana Rojava" û wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bilgin ên ji aliyê SÎHA'yan ve hatin qetilkirin, hatin vekirin.   'Aştî wê teqez pêk were'   Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol bi bîr xist ku di sala 2014'an de ji bo Kobanê bi rojan nobed girtiye û got , "Ji ber şer bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes koçber bûn. Li Sûriyeyê di 8'ê Kanûnê de serdemeke nû dest pê kir. Girîng e hêzên navneteweyî li ser avakirina aştiya Rojhilata Navîn helwestê nîşan bidin  û em ê jî li kêleka wan bin û têkoşînê bidomînin."   'Li ser rêya heqîqetê meşiya'    Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, diyar kir ku Kobanê û Pirsûs yek in û got, "Çawa ku di sala 2014'an de me Kobanê parast, em ê careke din parastina Kobanê bikin. Ji bo Kobanê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Xizmên me yên li Kobanê hene.  Li   Heta êrîşên li ser Kobanê bi dawî bibin wê çalakiya me bidome."    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta meyê” bi dawî bû.