Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne 2024-11-09 13:26:46   RIHA - Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.” Her wiha jinan gotin ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin.    Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm di roja şeşemîn de berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin navçeyê û piştevaniya berxwedana xelkê Xelfetiyê dikin. Siyasetmedarên kurd Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.    Jin li ber avahiya DEM Partiya Xelfetiyê li hev kom bûn û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan û bênavber dirûşm berz kirin.    'Çareserî li Îmraliyê ye'   Siyasetmedar Ayla Akat Ata di çalakiyê de axivî û got: “Jin ji bo ku xwedî li îradeya xwe derkevin li vir in. Heta îro me ji qeyûman re got na. Rêveberên vî welatî hê jî fam nekirine. We gotiye ‘zilm’. Em dibêjin ‘berxwedan jiyan e’. Hûn nikarin paradîgmaya me ya azadîxwaz û demokratîk di nav çar dîwaran de tengav bikin. Paradîmgaya me di nava gel de û li her derê ye.”   Ayla Akat Ata diyar kir ku Xelfetî navçeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan bi îşkenceya tecrîdê ya hovane re rû bi rû ye. Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Ev xitimîna bi salan gelek tişt ji me girt. Bajarên me û ciwanên me ji me girt. Rê li ber çareseriyê girtin. Heke çareseriyek pêk were divê em ji cihê xelet dest pê nekin. Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015'an de bi hezaran pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. Wê demê em çûn û hatin. Ocalan jî careke din diyar kir ku hêza wî ya çareseriyê heye.”    Ayla Akat Ata anî ziman qeyûm ne rêya çareseriyê ne û got: “Ev gel ne gelê berê ye. Em êdî digihîjin roniyê. Dest ji xapandina gelê me û gelên Tirkiyeyê berdin. Ji bo çareseriyê bikevin nav hewldanan ne ji bo tayînkirina qeyûman. Em duh hebûn em ê îro jî hebin. Helbet wê qeyûm biçin.”      'Ev der navçeya çareseriyê ye'   Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel jî destnîşan kir ku qeyûm ne meşrû ne û got ku qeyûm desteserkirina vîna gel e. Çaglar Demîrel destnîşan kir ku Xelfetiyê navçe û cihê rûmetê ye û got: “Ev der warê birêz Abdullah Ocalan e. Ev der navçeya çareseriyê ye. Bi salane em dibêjin tecrîd heye lê we înkar kir. Niha jî we qebûl kir. Navnîşan pirr eşkere û diyar e. Çareserî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Qeyûm ne çareserî ne. Çareserî li cem birêz Ocalan e.”    'Em ê tu carî qeyûman qebûl nekin'   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku qeyûm dijminê jinan û xebatên jinan e û got ku bi qeyûm xeta wan hevserokatiyê dixin hedefa xwe û ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin.    'Hûn nikarin hêz û qeweta me têk bibin'   Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî anî ziman ku qeyûm li dijî îradeya jinan darbe ye û got: “Sed car jî qeyûm tayîn bikin hûn ê dîsa têk biçin û em ê têk bibin. Hûn nikarin hêz û qeweta me têk bibin.”    Piştî axaftinan jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û daxuyanî bi dawî bû.