Li Mêrdînê li dijî qeyûm berxwedan: Wê têkoşîn bidome 2024-11-09 14:00:39   MÊRDÎN - TJA, DEM Partî û DBP, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li Parka Karayolları daxuyaniyê da çapemeniyê. Li vir parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş da zanîn qeyûm ji bo xespkirina destkeftiyan e û got ew ê têkoşînê bidomînin.    Partiya Wekheviya Gelan (DEM), Tevgera Jinan Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî qeyûmê Mêrdînê meşiyan. Meşê ji Parka Otoban dest pê kir û heta ber avahiya Walîtiya Mêrdînê ya DEM Partiyê berdewam kir. Dayikên Aştiyê, Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Navçeya Rezan a Amedê Sîraç Çelîk û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Li dijî darbeya qeyûman berxwedan" hatin qîrîn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin, jyan, azadî", "Bimre koletî bijî azadî", "Diz AKP, hevkar MHP", "Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Piştî meşê li ber avahiya bajêr daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.     Daxuyaniya li Parka Karayollari ya Artukluya Mêrdînê hat dayîn. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û rêveberên DEM Partî û DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn.    Beriya daxuyaniyê girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya bajêr kombûn ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Li vir Ahmet Turk da zanîn ew ê ji bo gelê kurd têkoşînê dewam bikin. Her wiha hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demir jî got dev ji vê siyaseta dagirker berdin.    Li vir parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş da zanîn qeyûm ji bo xespkirina destkeftiyan e û got ew ê têkoşînê bidomînin.    Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan jî got tu dagirker ji gelan ne mezintir in.    Daxuyanî bi strana Herne pêş û bi dirûşma Jin jiyan azadî bi dawî bû.