Li dijî êrişan ber bi sînor ve meş hat lidarxistin 2024-12-04 14:37:21   RIHA - Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ber bi sînor ve meşek hat lidarxistin. Di meşê de wiha hat gotin: "Di berxwedana Kobanê de rê nedan dagirkeriyê û dê rê neyê dayin.”    Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê bi meşekê hat protestokirin.    Welatiyên bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Elîgor ê girêdayî Pirsûsê hatin gel hev, bi konvoyê ber bi Pirsûs-Kobanê ve ketin rê. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî tev li meşê bûn. Girseyê li vir daxuyanî da. Di çalakiya protestoyê de dovîzên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava xeta me ya sor e” hatin hilgirtin.    'Hemû gelên cîhanê bi Rojavarê ne'     Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî û wiha got: “10 sal berê em ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd bi mehan li vir bûn. Bi rojan me li ber xwe da. Îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze îro jî me vegerîne wan rojan. Bila li 10 sal berê binêrin; modêla pêkvejiyanê wê demê çawa ji bo gelên cîhanê bûbû hêvî, em ê îro jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Em ê li her qadê berxwedanê mezin bikin. AKP-MHP dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyê bikin. Lê belê ev ne qedera gelên mazlum e. Dev ji vê polîtîkayê berdin. We 10 sal berê bi hemû hêza xwe êriş kir lê we nekarî bi ser kevin û dê dîsa bi ser nekevin. Hemû gelên cîhanê bi Rojava re ne. Bi milyonan kes ji bo Rojava li ser pêyan e. Qedera gelê Rojava û ya gelên Kurdistanê yek e.    Kesên komkujiyê li gelê Rojava ferz dikin, nikarin destê aştiyê dirêj bikin. Bila baweriya gelên cîhanê bi berxwedana gelên Rojava hebe. Di berxwedana Kobanê de bi tu awayî rê ji dagirkeriyê re nehate dayin û dê neyê dayin. Heta ku wekhevî û azadî tê dê berxwedana me bidome. Li dijî dagirkeriyê em ê bi qasî sûrên Amedê bibin sûreke stûr. Ruhê berxwedanê her tim heye. Em li vir hêzên tarî hişyar dikin; van lîstikên xwe yên qirêjî careke din dubare nekin. Dê hemû hesabên we bi berxwedanê bên têkbirin. Rojava îro bûye hêviya cîhanê û ev hêvî û ronahî dê tu caran teslîmî tarîtiyê nebe.”    'Bi qestî êrişê li Tirkiyeyê kirin'   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî wiha axivî: "Me got tişta ku divê Tirkiye bike siyaseta aşitiyê, dîplomasî û diyalogê ye. Me got ku ewlehiya sînorê Sûriyeyê yê 911 kîlometroyî bi rêya aştiyê pêk tê. Heke hûn ji van çeteyan bawer bikin, ev çeteyên ku dizivirin nirxên Îslamê bibin amûrek ji bo armancên xwe yên siyasî, ev çete wê li dora we bizivirin û we gulebaran bikin. Di rastiyê de komkujiyên ku DAIŞ'ê hem li Tirkiyeyê û hem jî ji welatên Ewropayê heta Amerîkayê pêk tîne eşkere ye. Me Qetlîama Gara Trenê ya Enqereyê ji bîr nekir, me qetlîama daweta li Stenbolê, di dilê Enqereyê de ji bîr nekir, yên ku wan perwerde kirin, bi qestî û bi îradeya xwe êrişî Tirkiyeyê kirin. Her wiha çavên xwe ji Komkujiya Qereqolê ya 10’ê Cotmehê re girt.   Gelê Tirkiyeyê ji vê pêvajoyê sûd wernagire, tu feydeya gelên Tirkiyeyê û herêmê jî nayê. Tişta herî girîng ku divê li cîhekî ku di nav kaosê de ye pêk were, pêkanîna aştiya Tirk-Kurd-Ereb e. Divê Tirkiye ji bo vê yekê bixebite. Lê ew tam berevajî vê yekê dikin. Ev sînorên ku bi desthilatdariyekê ji hev hatine veqetandin nikarin bibin sînorê navbera gelan. Ev herêm herêmeke bi hest, raman û nirxên çandî yên gelan e. Ji ber vê yekê em careke din dibêjin ku em ê teqez têkoşîna xwe ya aştiyeke bi rûmet bimeşînin. Gelên Rojhilata Navîn birayên hev in, divê tu kes hewl nede ku destwerdanê di navbera wan de bike.”   'Di bin pergala wekhev de dijîn'   Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Rojhilata Navîn bûye guloka agir û wiha got: “HTŞ rêxistina ku DAIŞ'ê ku navê xwe guhertiye ye. Li Rojava jiyanek heye. Bi milyonan mirov di bin pergala xwe ya wekhev de dijîn. Lê îktîdara Tirkiyeyê wir wekî dijmin dibîne û bi pênaseya terorê siyasetê pêş dixe.    Li aliyekî dibêje kurd xwişk û birayên me ne. Li aliyê din kurdên pirsûsê û Kobaneyê cuda dike. Kurdên Efrîn û Mêrdînê cuda dikin. Ziman, çand û xwîna wan yek e. Li aliyekî êrîşî kurdên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, li aliyê din ji bo Kurdên bakur bibêjin em xwîş û birayê hev in. Wisa nabe. Rêya aştiyê ewe ku divê dest ji dijminantiya Kurdan berdin.    Rêya aştiyê divê çeka xwe ji ser Kurdan bikişînin. Divê Kurdan bi nasnameya wan qebûl bike. Ji niha û şûnde em ê ji bo jiyanek wekhev, aştî û demokratîk têbikoşin. Ew çeteyên ku li wir tûra davêjin ji bo tu kesî sûdê nade. Hûn Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Asûrî û miletên din dixin xeteriyê. Şerê ku îro li Sûriyeyê pêş dikeve hemû kesan eleqeder dike. Hemû gelên tirkiyeyê tehdit dike. Li vir her qurişê ku hûn didin çeteyan, zerarê dide welatiyên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê cihê ku em lê disekinin aştî û pergala demokratîk e.   Gelê Kurd, li Tirkiye û Sûriye bi hevre têdikoşe. Têkoşîna hevpar rêgeza me ya sereke ye. Em ê li dijî kesên ku me ji hev qut dikin, em ê têkoşîna hevpar mezin bikin. Ez li ser sînorê Pirsûsê bang dikim. We gelê Pirsûs û Kobanê ji hev qut nekir, hûnê nikarin ji hev qut bikin. Em di tekoşîna xwe de ji dil in.   Em bi hevre ne. Em bi hevre ne.   Em ê di pêşengiya Jinan de zincîra mirovan ava bikin û em ê peyama xwe bidin.”   Piştî axaftinan endam û rêveberên DBP, DEM Partî, TJA û saziyên civakî di pêşengiya TJAyê de li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zincîra mirovan nava kirin.