Li Hamburg û Kolnê bi daxwaza statûya Rojava meş
- 20:16 1 Şubat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Hamburg û Kolnê yên Elmanyayê bi hezaran kesî êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyama “Heta statûya xweser a Rojava neyê naskirin, em ê berxwedana xwe ya bênavber bidomînin” dan.
Li bajarên Hamburg û Kolnê yên Elmanyayê, Kurd û dostên wan ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava û naskirina statûya Rojava çalakiyên xwe yên bênavber didomînin.
Hamburg
Li Hamburgê bi pêşengiya Platforma Piştevaniya bi Rojava re, li dijî êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Bi hezaran kesên ku li pêşiya Hamburg Hauptbahnhofê hatin bal hev, di ser rêya Gänsemarktê re meşiyan. Di meşê de pêkhateyên platformê, Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, Hamburg für Kurdistan, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û gelek Kurdistanî amade bûn.
Di qada mîtîngê de pankartên bi nivîsên “Defend Rojava, Defend Kurdistan”, “Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat” û “Her der Rojava, her der Berxwedan” hatin vekirin. Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşê dest pê kir, alên TEV-DEM û Kurdistanê û dowîzên balê dikişînin ser êrîşên komên girêdayî HTŞ’ê hatin hildan.
Di meşê de dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin û marşên berxwedanê hatin lêxistin.
Koln
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jî çalakiyên ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava û naskirina statûya wê, bi biryardarî berdewam dikin.
Di çarçoveya çalakiyên ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê ve hatin organîzekirin de, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya Kolnê kom bûn û daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî li dar xistin.
Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut, hunermendên TEV-DEM’ê û endamên Koma Amedê jî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku alên YPG û YPJ’ê hildabûn, di tevahiya meşê de dirûşmên bi Kurdî berz kirin. Hunermendan jî bi stranên berxwedanê piştgirî dan çalakiyê.
Piştî daxuyaniyê, girse bi pankarta “Ji Rojava re statû” ya ku wêneyên fermandarê berxwedana Taxa Şêxmeqsûd Ziyad Heleb û şervanên pê re şehîd bûne li ser bû, dest bi meşê kirin. Meş li Heumarktê bi dawî bû.







