Wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'yemîn bê lidarxistin

  • 10:05 11 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'yemîn wê 28'ê Hezîranê li Zurîchê bi mijara rêxistiniya jinê û piştevaniya çandî pêk were.
 
Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ku ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) her sal tê lidarxistin, îsal cara 12'yan pêk tê. Festîval wê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê di 28'ê Hezîranê de li qada Kasernenarealê pêk were û bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em rêxistiniya demokratîk ava dikin' wê jin li hev kom bibin.
 
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) wê pêşengiyê ji festîvalê re bike û gelek saziyên jinan tevkariyê jê re bikin. Amadekariyên ji bo festîvalê dewam dikin.
 
6 meclîs, 5 komun û 5 înîsiyatîfên ser bi YJK-S'ê seferberî ragihandin û beşeke mezin a amadekariyên teknîkî qedandin.
 
Jin li herêmên lê ne serdana mal û dikandaran dikin, belavokan belav dikin û banga tevlîbûna li festîvalê dikin. Her wiha serdana partiyên siyasî û saziyên jinan ên li Swîsreyê jî tê kirin û ji bo piştgiriya bi festîvalê re bang tê kirin.
 
Hunermendên ku îsal derkevin ser dikê jî diyar bûn. Hunermend Sasa Serap, Jala, Zerîfa Zerrîn, Gulan, Silav Rojava, Awazê Mîtra û Koma Erbanê ya ser bi Tevgera Çandê ya Mizgîn wê hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha koma dansê ya jinan û Koma Govendên Kurdî ya Swîsreyê wê reng bidin festîvalê. Weke her sal wê konê dengbêjên jin jî bê vedan.
 
Ji bo zarokan wê qadên lîstikê û standa Zarok Ma jî hebe. Her wiha ji bo mirovên serdana festîvalê bikin standên xwarinê û agahdarkirinê yên saziyên jinan wê bêne danîn.