Hevseroka Zimanger:Em di pêvajoya nû de ji bo Kurdî statuyê dixwazin

  • 09:02 10 Gulan 2026
  • Çand û Huner
Evîn Çîftçî
 
RIHA- Ber bi Cejna Zimanê Kurdî, hevseroka Zimangerê Esma Şengul got. “Pîrozkirina vê cejnê tê wteya xwedîderketina li ziman. Em di pêvajoya nû de ji bo zimanê Kurdî statuyê dixwazin.”
 
Bi salane zimanê Kurdî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re tê rû hev. Gelê Kurd li her derê ji maf zimanê dayikê bêpar tê hiştin û ev jî rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Zarokên bi zimanê xwe nikarin perwerdê bibînin bi pirsgirêkan re tên rû hev.
 
Kurd li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe didomînin, li her qada jiyanê zimanê xwe didin jiyîn.  Yek ji parçeyek vê têkoşînê, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Her sal Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ev roj roja ku hejmara yekemîn a Kovara Hawarê ku di 1932’an de Celadet Alî Berdirxan û komek rewşenbîrên Kurd bi hev re li Şamê weşandiyê ye.Ev roj wek roja cejna zimanê Kurdî tê qebûlkirin.
 
Hevseroka Komeleya Lêkolîna Zimanê Kurdî zimanger a Rihayê, Esma Şengul der barê vê rojê de axivî.
 
‘Ziman nîşaneya hebûnê ye’
 
Esma Şengul daxuyakirin ku gelê Kurd bi salane li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşînê dide û wih agot, “Gel hebûna xwe dîrok, wêje, çand û hunera xwe li ser zimanê xwe didomînin. Ji bo vê jî ziman nîşaneya hebûnê ye. Ger gel dest ji zimanê xwe berde wê bi tunebûnê re bê rû hev. Kurdî hertim bi qedexeyan re hat rû hev. Lê gelê Kurd her tim têkoşîna xwe domandiye.”
 
 
‘Gel xwedî li zimanê xwe derdikeve’
 
Esma Şengul diyar kir ku berê ji ber qedexeyan kesî nikaribû zimanê xwe biaxiviya û got: “Lê niha tên qursan zimanê xwe fêr dibin. Berê ji tirsan nikaribûn bi zarokên xwe re biaxivin. Yê wê demê fêr nebûn niha tên qursan. Em li vir derfet didin wan. Kurdiya xwe pêş dixînin. Perwerdehiyan digirin. Em atolyeyan pêk tînin. Em her rojên sêşem û pêncşemê saet di navbera 17.00 û 21.30’an de dersê didin. Dawiya hefteyê jî em dersê didin zarokan.”
 
 
‘Zarok xwe bi rehetî îfade dikin’
 
Esma Şengul wiha dirêjî dayê: “Perwerdehiya  bi zimanê dayikê girînge. Zarokên bi zimanê xwe perwerdê digirin bi mereqin û xwe baş û bi rehetî îfade dikin.”
 
Esma Şengul balkişand ser cejna Zimanê Kurdî û wiha bi lêv kir: “Divê em ji 7 salî heta 70 salî xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev cejn sembola têkoşîna me ye.Cejna Zimanê Kurdî roja weşandina hejmara yekemîn a Kovara Hawarê temsîl dike. Divê em hemû bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Di pêvajoya nû de divê ji bo Kurdî statu bê dayîn.”