Di êrişa li ser Efganistanê de 11 zarok hatin kuştin
- 11:30 10 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê da zanîn ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Pakistanê de, piraniya wan zarok 13 sivîl hatine kuştin.
Hikumeta Talîbanê ya li Efganistanê ragihand ku artêşa Pakistanê şeva Sêşemê jîngehên sivîlan ên li bajarên Kunarî Host û Paktikayê bombebaran kirine.
Berdevkê hikumeta Talîbanê Zabihullah Mucahîd li ser X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Pakistanê qada hewayî ya Efganistanê binpê kiriye û da zanîn ku di encama êrişê de 11 zarok, jinek û pîremêrek hatine kuştin. Berdevk her wiha diyar kir ku 14 jin û zarok jî birîndar bûne û wêneyên sivîlên hatine qetilkirin, parve kirin.
Mucahîd îfade kir ku qadên ku hatine hedefgirtin jîngehên sivîlan in û êriş tên wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.
Rayedarekî bajarê Hostê ji AFP’ê re diyar kir ku di encama êrişeke hewayî ya li ser xaniyeke li navçeya Sperayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyeke herêmî jî ragihand ku di erişeke li ser bajarê Paktikayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Pakistanê pirsên AFP’ê yên têkildarî mijarê nebersivandin û hê têkildarî êrişan daxuyaniyeke fermî nedaye.
Êrişên dawîn, piştî aramiya li ser xeta sînor a Efganistan-Pakistanê pêk hatin. Şer û pevçûnên ku di mehên ewil ên salê yên navbera her du welatan de, di dawiya meha Sibatê de veguherîbûn şerekî eşkere û li ser xeta sînor bûbûn sedema windahiyên mezin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya meha Gulanê hate weşandin, di şerên di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Adarê de herî kêm 372 sivîlên Efgan hatine kuştin.








