Di mirina bi gumanan de midûrê dibistanê ji peywirê hat girtin
- 18:04 10 Hezîran 2026
- Rojane
AGIRÎ - Der barê mirina mamoste Irmak Ayşe Koparan de lêprisîna edlî û îdarî hat destpêkirin û piştî îdiayên mobîngê midûrê dibistanê ji peywirê hatgirtin.
Li navçeya Xamûr a Agiriyê Irmak Ayşe Koparan ya mamostetî dikir di 7’ê hezîranê de li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
Walîtiyê bûyer wek întîxar daxuyand û der barê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Her wiha di bin bana Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî de jî mufetîş hat peywirdarkirin.
Li ser îdiayên mobîngê midûrê dibistanê M.Î du hîfade da dozgeriyê. Piştî fadeyên M.Î hat berdan û ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neweyî ve ji peywirê hat girtin.








