Rapora Îşkenceyê ya 2026’an: Li Îranê binpêkirinên mafan didome
- 13:25 27 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Cîhanî ya dijî Îşkenceyê di rapora xwe ya dawî de diyar kir ku Îran di xetera herî bilind a îşkenceyê de ye. Rapor balê dikişîne ser berdewamiya îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û nebûna hesabpirsîna li ser binpêkirinên mafên mirovan.
Rapora dawî ya "Îndeksa Îşkenceya Cîhanî ya 2026’an", ku bi boneya Roja Navneteweyî ya Piştgiriya Mexdûrên Îşkenceyê hatî weşandin, tabloya bi fikar a derbarê rewşa mafê mirovan a li Îranê radixe ber çavan. Rapor nîşan dide ku îşkence, îtîrafên bi zorê, cezayên bedenî û bêcezatiya kiryarên binpêkirinên mafên mirovan ne bûyerên ferdî ne, beşek ji pergala dadwerî û ewlehiyê ya Komara Îslamê ye, ev rewş Îranê dixe nav welatên xetereya îşkenceyê lê herî bilind de.
Rêxistina li Dijî Îşkenceyê (OMCT) bi mebesta Roja Navneteweyî ya Parastina Mexdûrên Îşkenceyê di 26’ê Hezîranê de "Îndeksa Îşkenceya Cîhanî ya 2026’an" weşand û rewşa welat ji perspektîfa pêşîgirtina îşkenceyê, hesabdayîna saziyên berpirsiyar û parastina mexdûran dinirxîne. Li gorî encamên raporê, Îran di piraniya nîşaneyên sereke de, di asta herî bilind a xetereyê de cih digre û di nav welatên ku îşkence û nêzîkatiyên hovane ji hêla pergal û sazûmanî ve didome de cih digre.
Li gorî raporê, Komara Îslamî ya Îranê hîn tevlî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Îşkenceyê nebûye û îşkence li gorî qanûnên navxweyî wek sûcek serbixwe nehatiye pênasekirin. Weke din, qamçîkirin, jêkirina lebetan û cezayên din ên bedenî hîn jî di qanûna cezayê welêt de têne pêkanîn ew jî; cezayên li gorî qanûnên navneteweyî, tevger an cezayê hovane, der mirovane û zilmê ne.
Yek ji mijarên sereke yên raporê di pêvajoyên dadweriyê yên Îranê de, bikaranîna berdewam a îtîrafên bi zorê ye. Li gorî nivîskaran, spartina pergala dadwerî bi îtîrafan wek yek ji delîlên herî girîng ji bo îspatkirina sûcek ku zemîn ji bo bi karanîna cureyên zexta fîzîkî û psîkolojîk ji bo girtina îtîrafan ji girtiyan, amade kiriye.
Li gorî raporê, di gelek dozên siyasî, ewlehî û îdeolojîk de, ev îtîraf berî darizandinê di medyaya dewletê de têne weşandin û bi vî awayî rêgeza bêsûciyê û mafê darizandinek dadperwer binpê dike. Rêxistina Cîhanî ya Dijî Îşkenceyê vê meylê wek yek ji faktorên herî girîng ên ku dibin sedema berdewamiya îşkenceyê li Îranê nirxand.
Îndeksa Îşkenceya Cîhanî ya 2026’an, hejmara zêde ya darvekirinên li Îranê nirxand û diyar kir ku tenê di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 darvekirin hatine tomar kirin. Li gorî raporê, di nava kesên ku hatine darvekirin de kesên di bin 18 salî de hene. Ev rewş li dijî erkên navneteweyî yên derbarê mafê zarokan li Îranê ne.
Di raporê de hişyarî hate dayîn ku bikaranîna berdewam a cezayê darvekirinê, bi taybet piştî darizandinên ku pîvanên darizandina dadperwer tune ne, xetereya binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav zêde dike.
Di raporê de hate diyarkirin ku tawanbarên îşkenceyê ‘hema bêje bi tevahî bê ceza dimînin.’ Li gorî Rêxistina Cîhanî ya Dijî Îşkenceyê, li Îranê mekanîzmayeke serbixwe û bibandor ên ku îdiayên îşkenceyê lêkolîn bike, mirinên bi guman di binçavan de lêkolîn bike, an jî berpirs hesab bidin tune ye.
Di raporê de şert û mercên girtîgehên li Îranê wek faktorên ku metirsiya îşkenceyê zêde dikin dinirxîne. Raporê wek mînakên qerebalixiya zêde, bêparkirina lênêrîna bijîşkî ya têrker, gihîştina sînorkirî ya parêzeran, tecrîda dirêj a tenê û nebûna çavdêriya serbixwe ya navendên girtinê nîşan da.
Di beşek din a raporê de hate diyarkirin ku jin, zarok, netewe, kêmneteweyên olî, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, parêzer, çalakvanên karker, çalakvanên sendîka û civaka sivîl û komên din ên rexnegir ên hikûmetê, ji welatiyên din bêtir rastî binçavkirinên kêfî, îşkence, nêzîkatiyên xirab û awayên din ên nêzîkatiyên der mirovî tên.
Li gorî nivîskarên raporê, bikaranîna îşkence û zexta derûnî ya di dozên têkildarî xwepêşandan, çalakiyên sivîl û azadiya derbirînê de bûye amûrek ji bo tepesandina nerazîbûnê û di civakê de afirandina atmosferek tirsê.
Dema îşkence wek ‘sazûbûn’ tê binavkirin, tê çi wateyê?Di raporê de, Rêxistina Cîhanî ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ji bo danasîna rewşa li Îranê peyva ‘sazîbûn’ bi kar tîne. Ev peyv di hiqûqa navneteweyî de tenê wek çend bûyerên kesî yên îşkenceyê nayê îfadekirin.
Her wiha, dema rêxistinek navneteweyî îşkenceyê wek sazîbûn pênase dike, ev tê wê wateyê ku qanûn, pergalên ewlehiyê, karê dadweriyê û nebûna çavdêriya bi bandor bi awayekê pêkanîna îşkenceyê asan dike. Di heman demê de rê li ber lêpirsîn, darizandin û cezakirina sûcdaran digre. Di rewşên wiha de, berpirsyariya dewletê ne tenê li ser rayedarên berpirsyar e, li ser tevahiya pergala rêveberiyê ye ku berpirsyarê pêşîlêgirtin, çareserkirina û çareserkirina mexdûran e.
Li gorî encamên raporê, pêkanînên li Îranê li dijî hejmarek belgeyên bingehîn ên mafên mirovan in, di nav de madeya 5’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku îşkence an jî nêzîkatiyên hovane, der mirovane an jî zilm qedexe dike re bi nakokin.
Xala 7’emîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî ku Îranê jî erê kiriye, îşkenceyê bi tevahî qedexe dike. Xala 10’emîn a heman Peymanê tekez dike ku divê hemû kesên ku ji azadiya xwe bêpar in, nêzîkatiyek mirovî û rêzgirtin li rûmeta wan bê girtin.
Ji derveyî van belgeyan, prensîbên Nelson Mandela her wiha pîvanên herî kêm ji bo dermankirina girtiyan, gihîştina lênêrîna bijîşkî, qedexekirina îşkenceyê û pêwîstiya çavdêriya serbixwe ya navendên girtinê destnîşan dikin. Her çend Îranê hîn Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê erê nekiriye jî, qedexeya îşkenceyê niha li gorî qanûna navneteweyî wekî normek fermandar (Jus Cogens) tê hesibandin û ji bo hemû dewletan derbasdar e.
Îndeksa Îşkenceya Cîhanî ya 2026’an nîşan dide ku bidawîbûna îşkenceyê ne tenê bi reforma qanûnî mimkun e. Diyar dike ku, di heman demê de pêdivî bi mîsogerkirina hesabdayîna saziyên ewlehî û dadweriyê, garantîkirina serxwebûna pergala dadweriyê, avakirina mekanîzmayên serbixwe ji bo çavdêriya navendên girtinê, qedexekirina bi temamî ya îtîrafên bi zorê û garantîkirina mafê mexduran ji bo darizandinek adîl heye.
Ev rapor careke din nîşan dide ku heta kiryarên îşkenceyê bêceza bimînin û performansa saziyên ewlehî û dadweriyê bi awayekî serbixwe neyê çavdêrîkirin, metirsiya îşkence û binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav dê li Îranê bidomin.







