
Şewata li Licê nêzîkî taxan bû
- 15:48 5 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
AMED - Şewata ku li devereke bejahî ya navçeya Licê derket, mezin bû û nêzîkî taxan bû.
Li bejahiya navçeya Licê ya Amed'ê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Şewat li taxa Karahasan dest pê kir û gihîşt taxên Cofitin, Banê Dêran û Fareqolê.
Agirkujên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Şaredariya Licê mudaxeleyî agir dikin.