Li Giyadînê li dijî GES'ê çalakî
- 17:59 12 Nîsan 2026
- Ekolojî
AGIRÎ - Li gundê Bazirganê yê navçeya Giyadînê, welatiyan li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê xwestin li ser zevî û mêrgên wan bê avakirin, çalakî lidarxistin û gotin: "Riza me nîn e, dagirkerî heye" û xwestin proje tavilê bê rawestandin.
Li gundê Bazirganê yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê, gundî li dijî dagirkirina mêrg û zeviyên xwe yên ku çavkaniya debara wan e, hatin bal hev û daxuyaniyek dan. Gundiyan destnîşan kir ku avakirina projeya GES'ê li ser qadên çandiniyê û zozanan ne hiqûqê ye.
Şêniyê gund Bariş Tokmak, anî ziman ku proje bêyî agahî û riza gundiyan hatiye destpêkirin û bal kişand ser statuya qanûnî ya mêrgan û wiha axivî: “Em wek şêniyên gundê Bazirganê li vir kom bûne. Ev der mêrga gundê me ya hevpar e û em bi salan e bi xwedîkirina sewalan debara xwe li vir dikin. Lêbelê, bêyî ku agahî bidin gundiyan û bêyî riza me, panelên rojê li vir hatine danîn. Mêrg di bin parastina Qanûna Mêrgan de ne û nabe ji derveyî armanca xwe bên bikaranîn. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku diyar bikin ka ev kar qanûnî ye yan na. Ger bêhiqûqiyek hebe, divê tavilê bê rawestandin û mafê gundiyan bê parastin.”
Bi piştgiriya siyasetmedaran dagikirin
Şêniyê gund Mehmet Salih Altindag jî diyar kir ku ev proje bi piştgiriya hinek siyasetmedarên xwecîhî tê birêvebirin û got: “Em qebûl nakin ku mêrga gundê me ji aliyê GES'ê ve bê dagirkirin. Bi piştgiriya hinek siyasetmedaran, zeviyên me yên ku genim û ceh tê de hatine çandin, hatine dagirkirin. Ger ev tesîs ji bo berjewendiya cemaweriyê be, ma keda me, çandinî û sewalkariya me ne berjewendiya giştî ye?”
Ji bo meclîsa giştî ya bajar bang
Gundiyan bang li Wezareta Çandinî û Daristanê û Meclisa Giştî ya Bajêr kirin ku hilberîneran bi tenê nehêlin û gotin: “Em dixwazin Meclisa Giştî ya Bajêr li gel gundiyên mexdur bisekine.”







