
Li 'Ben û Senê' polîtîkayên şerê taybet
- 09:02 29 Tîrmeh 2023
- Rojane
AMED - Jinên li Ben û Senê dijîn û bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet, diyar kirin ew tenê aramiyê dixwazin û wiha gotin: "Êdî bes e, bila destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me bikşînin."
Li Kurdistanê ev bi salan e bi destê dewleta tirk polîtîkayên şerên taybet tên meşandin. Ev polîtîkayana herêm bi herêm bênavber didome. Herêma ku ev polîtîka lê tên meşandin yek jî jê 'Ben û Sen e'. Welatiyên li Ben û Senê bi taybetî piştî şerê Sûrê bi destê dewletê ji malên xwe hatin derxistin û yên ku man jî bi xizaniyeke ku her diçe kûr dibe re rû bş rû dimînin. Polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk bi rengekî qirêj, li ser ciwanên Ben û Senê bi belavkirina tiryakê jî tê meşandin. Jinên li Ben û Senê dijîn der barê van polîtîkayan de gilî û gazindên xwe kirin. Her wiha banga têkoşîna hevpar a li dijî van polîtîkayana kirin.
'Em şevê bi dilekî rehet nikarin rakevin'
Meşandina polîtîkayên şerên taybet a bi armanceke tolhildanî
Kiymetê destnîşan kir ku di dema destpêka şerê Sûrê de ji ber sekna welatiyên Ben û Senê dewlet bi armanceke tolhildanî welatiyan li wê derê bi xizaniyek mezin re rû bi rû dihêle. Kiymetê destnîşan kir tiryak di nav ciwanên kurdan de belav bûye û wiha axivî: " Dema ku ez tezê hatim Ben û Senê di nav Ben û Senê de tiryak tunebû. Lê belê niha li her quncikên Ben û Senê tiryak tê firotin û bikaranîn. Ciwanên me bi jehrê dixin. Çend ciwanên me di vê rêya qirêj de jiyana xwe ji dest dane. Dilê me dikele. Em dixwazin ev bela biqede"
Gozel Temircana ku 40 sal in li Ben û Senê dijî û neviyê wê tiryakê bi kar tîne diyar kir ku ciwanên Ben û Senê bi destê dewletê tên jehrkirin. Gozelê wiha dom kir: " Ketin nav me û ev jehr di nav ciwanên me de belav kirin. Dema ku ez nû hatibûm Ben û Senê tiştên wisa qet tune bûn."
'Tiryak bi awayekî sîstematîk tê belavkirin'
Nikarin zarokên xwe bişînin derve
Zeynebê daxuyand ku ji aliyê paqijiyê de jî pir zehmetiyan dikşînin. Zeynebê diyar kir ku şaredariya ku di bin rêvebertiya qeyûmê de ye ji bo paqijiya Ben û Senê tu gavê navêje û wiha lê zêde kir: " Xebatkarên şaredariyê tenê di hefteyekê de du yan jî sê cara tên û çopê me davêjin. Xizmeta wan ev qas e. Ev hefteyeke ava me tê birîn. Rojekê av heye, du rojan tune ye. Dema ku em digerin jî dibêjin ' ava bendê kêm e ji ber wê av tê birîn.' Wê demê ev ava ku di parqan de diherikînin, ji ku tê? Ji bo parkan av heye ji me re av tune ye? Zivistanê ceyran tune ye. Ben û Sen xirab kirin. Berê xweş bû, em heta yek an jî diduyê şevê, bi cîranên xwe ve li parkan bûn. Niha em ditirsin li ber deriyê xwe rûnên. Em şev ji ber dengê guleyan nikarin rakevin. Ev rewş wê heta kêngî bidome?"
Gelê Ben û Senê bi xizaniyek kûr ve rû bi rû ne
Zeynebê da zanîn ku zarokên Ben û Senê kêmasiya xwarinê dikşînin û ev tişt jî ji bo gihana zarokan astengiyek mezin e. Zeyneb wiha got: " Hevjînê min bazirgan e û dendikan difroşe. Carna dixebite, carna naxebite. 3 zarokên min hene. Em nikarin debara xwe bikin. Zarokê min ê herî biçûk diçe pêşdibistanê û ez carna nikarim tu tiştî bixim çenteyê wî ku di dibistanê de bixwe. Welatiyên li Ben û Senê ji jêr heta jor di heman halî de ne. "
Tenê jiyaneke aram dixwazin
'Destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me bikşînin'