
Li çiyayê Kerêza jineke mêşvan: Ez di nava wan de kelecanî dibim
- 09:04 24 Tîrmeh 2025
- Ked/Aborî
Memihan Zeydan
WAN-Necla Kiliç a li gundê Kerêzan a Elbaqê mêşvaniyê dike, bi kewarek mêşan dest pê kir û niha 9 kewarên wê hene. Necla Kiliç wiha got: “Ez di nav mêşan de kelecanî dibim. Wek jinên ciwan bêyî hewcedarê kesî bimînin em dikarin her tiştî bikim.”
Jina bi navê Necla Kiliç (30) ya li gundê Kerêzan a Elbaq a Wanê dijî bi mêşvaniyê re eleqeder dibe diyar dike ku bêyî fikar, mêşên xwe xwedî dike û hingiv bidest dixe. Necla Kiliç der barê karê xwe de axivî.
Bi kewarek mêşan dest pê kir
Necla Kiliç da zanîn ku sê sal in mêşvaniyê dike û wiha got: “Ez zarok bûm mêşvanên ji Orduyê dihatin hebûn. Bi saya wan min jî mereq kir. Zivistanê diçûn. Carekê kewarek mêş diyarî min kirin. Min jî wisa dest pê kir. Malbatê piştgirî da min. Birayê min piştgirî da min. Min bi yek kewarekê ceriband. Min zivistanê li wan mêze kir havînê gelek mêşên min çêbûn. Min hingivê xwe ji xizmên xwe re dişand. Niha ji bo 10 malan hingiv dişînim. Bi hezkirin karê xwe dikim.”
Di sê salan de 9 kewar
Necla Kiliç anî ziman ku malbata wê jî sewalkariyê dike û wiha domand: “Mêşvanî bo min hêsan e. Karekî bê zehmet û paqij e. Bala min dikişand. Min bi kewarek mêş dest pê kir niha 9 kewarên min hene. Sala borî ji 5 kewarî 25 petek hingiv derket. Ji mêşvanan gelek tişt hîn bûm. Ez dema wan a hêkan, dema hingiv hîn bûm. Min pir mereq dikir û dipirsî.”
‘Ez jê hez dikim û karê xwe dikim’
Necla Kiliç wiha dawî lê anî: “Lênerîna wan dema min digire. Sibehê saet ji 9’an heta 11-12’an li wan dinêrim. Ez ji karê xwe hez dikim. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim. Dema mirov bixwazin mirov dikarin her tiştî bikin.”