Welatiyên Şengalê serdana gorên komî kirin

  • 09:41 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî serdana gorên komî yên li Herdan kirin û bang li raya giştî kirin da ku komkujiya civaka Êzidî wek jenosîd nas bikin û gavên piratîkî bavêjin.
 
Duh êvarê endamên sazî û dezgehên civaka Êzidî serdana gorên komî li Herdan kirin û şehîdên fermanê bi bîr anîn. Bi dehan xelkê Şengalê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê bang li raya giştî hate kirin ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî xwedî helwest bin.
 
Daxuyanî ji aliyê Endama TAJÊ Kinê Xidir ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin; ”Di serî de em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin, ev bûn neh sal bi sedan xelkê me bi destê DAIŞ’ê û hevkariya mala Berzanî hate qetilkirin. Dixwestin civaka Êzidî biqelînin û ji Şengalê derkevin. Civaka me nehêla ew xeyalên dijmin biçin serî. Îro ji me re rojek reş û zehmet e, em bang li hemû gelê xwe dikin vê rojê ji bîr nekin, li şehîdên xwe xwedî derkevin. Ger em îro li ser vê axê dijîn bi saya keda şehîdan e. Her bostek ji vê axê bi ked û xwîna şehîdekî sor bûye. Em soz didin em ê dest ji doza wan şehîdan bernedin ku canê xwe li ser vê rêyê dan.”
 
Di dewamê de Kinê got: “Neh sal derbas bûne, lê ev roj xaleka reş e li ser rûyê mirovahiyê û welatên ku mafê mirovan diparêzin. Ji ber ku li ber çavê hemû cîhanê ev komkujî hat kirin. Lê kesek li me xwedî derneket parastina me nekirin. Şermeke mezin e heya niha ev ferman wekî jenosît nehatiya naskirin û tenê gotineke li ser kaxezê maye. Em bang li hemû mirovahiyê dikin li himber civaka Êzidî bibin xwedî berpirsiyar.”