Dayê Gulê li Şengalê hat bibîranîn

  • 10:05 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina berxwedêr Dayê Gulê ku li himberî DAIŞ’ê serî netewan û heta dawî şer kir, piştre ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin, duh li ber peykerê xwe ê li Sinûnê hate bibîranîn.
 
Civaka Êzidî yek bi yek cangoriyên xwe yên ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin û soza tolhildana cangoriyan didin.
 
Yek ji jinên berxwedêr Gulê Mişko ku di nava Êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê naskirin, bi wêrekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li ber xwe da û heta kêliya dawî bi demanceyê şerê çeteyan kir û hate qetilkirin. Dayê Gulê duh li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn.
 
Gel li derdora Peykerê Dayê Gulê ya li Çerxerêya Mam Zekî kom bûn. Di destpêkê de Oldar Şêx Saet bi çend sebeqiyên Qewlên Êzidiyan dest bi axaftinê kir û got: “Ferman li ser me hîna jî berdewam in. Em bi hêvî ne ku gelê me hayîdar be û yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Bi salan behsa vê fermanê hatibû kirin lê me nedizaniya ku çawa xwe biparêzin.”
 
Keça Dayê Gulê Dilîman Reşo jî hestên xwe anî ziman û wiha axivî: “Îro cardin li me roja reş e, her ku ev roj tên û nêz dibin birînên me jî kûr dibin, lê em ji gelê xwe re dibêjin hîna jî fermana me bi dawî nebûye heta xwişkek me û dayikek me di destê wan hovan de ye fermana me bi dawî nebûye.”
 
Dilîman bi van gotinan banga yekîtiyê li civaka Êzidî kir: “Em bi hêvî ne ku gelê me bibe yek dest heta ku carek a din ferman dubara nebe. Ger em nebin yek û her yek ji me li gor berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî tevbigere em ê tu caran jî ji fermanan xilas nebin. Kesek bi birîna me nahese ger em birînên xwe bi destê xwe nekewînin wê tu kes ji me re nekewîne. Me gelek cara pişta xwe bi dewletê û aliyên siyasî germ dikir, lê ew jî li me xayîn in û tu tiştî ji me re nakin, heta niha bi deh hezaran girtî, şehîd û dîlê me hene, lê me nedîtiye ku kesî serê xwe bi ve êşandiye. Niha gelek dewletan qirkirina me weka jenosîd qebûl kiriye, lê tenê bi devkî ye tu gava din neavêtine ew kesên ku bûne sebeba fermanê nedarezandine.”
 
Her wiha Endama TAJÊ Kinê Xidir jî axivî û wiha pê de çû: “Em ê nû ji çi bitirsin tişta em jê ditirsiyan bû û qewimî, em ê bibin şopdarê rêya Dayê Gulê û bi hezaran şehîdan. Bila gelê me yek dest û dil be da destê dijmin ji me negire û em dilê wan li xwe rehet nekin. Em bi hêvî ne ku gelê me vê rojê ji bîr neke û lê xwedî derkeve. Em ê 3’yê Tebaxê baş bînin pêş çavê dijmin û neyara û em dibêjin serê malbata Dayê Gulê saxbe. Şehîd namirin.”
 
Piştî axaftina li derdora peykerê Dayê Gulê mûm hatin pêxistin û çalakî bi dawî bû.