Ji bo piştevaniya bi jinên êzidî re çalakî hatin lidarxistin

  • 10:18 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û Tevgerên jinan a bajarê Qamişlo û Şehbayê di çarçoveya pêngava ku ji bo jinên Şengal û Efganîstanê dabûn destpêkirin de duh find pêxistin.
 
Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 31’ê Tirmehê de pêngavek ji bo Jinên Şengal û Efganîstanê bi dirûşma “ Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafrînîn” bi riya daxuyaniya çapemeniyê ragihandibûn. Çalakiyên jinan duh jî bi munasebeta 9’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser civaka Êzidî rabû, li Qamişlo û Şehbayê berdewam bû.
 
Qamişlo
 
Rêxistin û tevgerên jinan ên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çerxerêya Osman Sabrî ya bajarê Qamişloyê, ji bo jinên Şengal û Efganîstanê find pêxistin. Di çalakiyê de rêxistin û tevgerên jinan amade bûn her wiha nivîsa bi navê “Bi rêxistin û hevgirtina jinan em ê azadiyê bi dest bixin” hatibû hildan.
 
‘Jinên Şengalê bila dengê xwe bigihînin her derê’
 
Têkildarî pêngava hatiye despêkirin, Endama Rêveberiya Mala Jinê, Behiye Mûrad wiha axivî: “Beriya 9 salan îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, her wiha di heman mehê de Talîban li ser Efganîstanê hukmê xwe kir. Em wek Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin hemû jinên azadîxwaz, zilim û zorê dibînin. Îro me find ji bo jinan pêxist. Em wek jin amade ne ku ji bo jinan kar û xebatê bikin da ku daxwaz û azadiya jinan bi ser bikeve. Daxwaza me ew e ku jin bibe xwedî maf û li hember dagirkeriyê bisekine. Îro gelek êrîşên mezin li dijî jinên têkoşer pêk tê û em dibêjin bes e êdî ji van êrîşan re. Dema jin kar û xebatê ji bo azadiya xwe dike dibe armanca êrîşên dagirkeran. Ji bo jinên Şengalê daxwaza me ji wan ew e ku bila xurt bin û dengê xwe bigihînin her kesî da ku bêmafiya ku li hember wam pêk hatiye bê dîtin.”
 
Hêjayî gotinê ye ku dê di çerçoveya pêngavê de di 7 Tebaxê de li bajarê Reqa forumek bê lidarxistin. Di heman demê de dê di 10’ê Tebaxê de ji bo jinên Şengal û Efganîstanê meşek girseyî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin.
 
Şehba
 
Bi dirûşmeya "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve" Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrîn-Şehba çalakiyek ji bo salvegera 9'emîn a komkujiya Şengalê li navçeya Fafîn a kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Di çalakiyê de endam û nûnerên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzîdî beşdar bûn û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongra Star, Yekîtiya Jinên Êzîdî, her wiha pankartên bi nivîsên "Di şexsê jinên Şengal û Efganistanê de em ê bibin dengê hemû jinan","Em jin xwe bi rêxistin bikin û azadiya xwe bi dest bixin" û "Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad diafirînin" hildan.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji aliyê beşdarvanan ve find hate vêxistin. Paşê axaftin ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrîn Meriyem Cindo ve hate kirin.
 
Banga têkoşînê
 
Meriyem Cindo bal kişand ser komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di derheqê gelê Şengalê de pêk anîne şermezar kir û ev tişt vegot: "3'yê Tebaxa 2014'an ew ji bo me bû rojek tarî û reş, di vê rojê de komkujiyek derheqê welatiyên me yên Êzîdî de li Şengalê pêk hat. Di vê komkujiyê de bi hezaran kes bûn qurbanî. Her wiha bi hezaran jin hatine revandin û heya niha çarenûsa wan ne diyar e. Tu kes an dewlet xwedî li Êzîdiyan derneket û nebûn bersiv ji êrîşên dagirkeriyê re. Ev feleketek mezin a ser civaka Êzîdiyan de bû. Lê civaka me ya Êzîdî bi xurtkirina rêxistin û hêza xwe bûn bersiva herî mezin a li dijî dijmin. Bi hêza jin û berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin û xaka xwe rizgar bikin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî","Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.