
'Divê komkujiya li Şengalê wekî jenosîd were naskirin'
- 12:34 3 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bang li hêzên navneteweyî kir ku komkujiya li Şengalê wekî jenoside ragihîne. Her wiha bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li rêveberiya xwe ya xweser derkevin.
Bi boneya salvegera 9'ê a fermana 74'an ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî êzidiyên Şengalê pêk anîbû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê bi amadebûna endamên rêveberiyê hat xwendin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku fermana 3'yê Tebaxê ya li ser Şengalê ku DAIŞ'ê ya terorîst bi desteka Tirkiyeyê ji bo qirkirina êzidî yê Şengalê pêk anîbû.
Her wiha hate gotin, di encama vê komkujiyê de bi hezaran şehîd, birîndar û winda çêbûn. Her wiha gorên komî hatin dîtin ku şahidên terora li dijî mêr, jin, kesên temen mezin û zarokan hatibû kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemeberî sûcên li dijî êzidiyên Şengalê hatine kirin û wiha domand: ''Heta niha faîl û alîgirên vê komkujiyê nehatine zeftkirin. Heta niha sûcên li dijî vê pêkhateyê resen ê xwedî dîrok û çand wekî jenosîde jî nehatiye ragihandin.''
Di daxuyaniyê de bang li civata naveteweyî hat kirin, dikin ku vê komkujiyê wekî jensîde ragihîne û wiha hat domandin: "Kiryarên li dijî civaka êzid hatin kirin di sedsala 21'an de şermek li eniya mirovahiyê ye. Di heman demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û yên bê mirov ên li ser Şengalê berdewam dikin. Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên DAIŞ'ê temam bike da ku îradeya êzidî bişkîne, nemaze piştî ku Şengal hat rizgarkirin û xelê wê rêveberiya xwe ya xweser û hêzên xwe yên parastinê ava kirin da ku rê li ber dûbarebûna komkujiyên din bigirin. Hêzên ku îdiaya parastina Şengalê dikirin, di dema komkujiyê de êzidî bi tenê li pêşberî terora DAIŞ'ê rû bi rû hişt. Dewleta Tirk a dagirker bi piştevaniya bi terorê re êrişên xwe li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û li herêmên me yên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Her wiha bi domdarî êrişî Şengalê dike da ku gelê herêmê qir bike û tola DAIŞ'ê hilîne ku armancên wê li pêşberî berxwedana mezin a keç û xortên gelê me têk çûn.''
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ferman şermezar kir, şehîdên fermanê û tevahî şehîdên berxwedana Şengalê bi bîr tînin û di dewama daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: ' Ya ku Şengalê qewimî ye jensîd e û berdewama fermanên din e. Polîtîkayên bi armanca qirkirina gelê me yê êzidî hîna berdewam dikin. Ji ber vê yekê em bang li civaka êzidî dikin ku rêxistina xwe û pergala xwe ya xweparastinê xurt bikin. Her wiha em bang li wan dikin ku li derdora rêveberiya xwe kom bibin û li ber tevahî siyaset û projeyên bi armanca qirkirinê rabin. Em piştgiriya xwe bi berxwedana Şengalê ya li hemberî tevahî polîtîkayên bi armanca têkbirina îradeyê, radighînin.''