Ji RJAK'ê peyama fermanê 'Ji bo azadiyê têkoşînê mezin bikin'

  • 13:04 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK, bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser civaka êzidî daxuyaniyek da û bal kişand ser mezinkirina têkoşîna azadiya jin, civaka êzidî. 
 
Rêxistina Jinên Azadixwaziya Kurdistanê (RJAK) bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’yê Tebaxê ya sala 2014’yan a li ser Şengalê pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên cîhanî û hin hêzên neteweperest ên herêmî ku dixwazin hegemonya xwe li Rojhilata Navîn berfireh bikin, bi siyaseta şerê olî û mezhebî dixwazin di navbera gelên herêmê de projeya parçekirina neteweyan pêk bînin. Ji bo vê yekê jî qirkirina Gelê Kurd kirine armanca xwe a yekem. Bi taybetî jî civaka êzidî ku gelê herî kevnar ê herêmê ye, bi baweriya xwe jiyan dike û kariye nasname û çanda xwe biparêzin, ji ber wê rastî komkujiyan tên.
 
Piştî ku Şengal ji aliyê şervanên YJŞ û YBŞ’ê ve hat rizgarkirin û bûn alîkar da ku bi hezaran jin li malbatên xwe vegerin û sîstema xwerêveberiyê ji aliyê gelê Şengalê ve hat avakirin, rêxistineke xurt bi pêşengiya jinan pêkhat, bû mînaka berxwedaniya herî diyar a herêmê.
 
Karîne bibin mînaka jina azad ku hemû cîhan pê serbilind be. Êrişên li ser Şengalê îro bi heman hişmendiyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve berdewam dike. Berxwedana gelê me û hemû pêkhateyan pêkanîna projeya netewa demokratîk bersiva herî mezine ji bo dijminan. Em wek RJAK carek din şehîdên 3’yê Tebaxê û hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtinin û ji bo azadiya jin, civak û gelê me soza xurtkirina têkoşînê didîn.”