
'Li dijî fermanan xurtkirina rêxistinbûnê divê'
- 13:11 3 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd bi wesîleya 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an banga xurtikirina rêxistinbûnê û xweparastinê li dijî pergala êrişkar a desthilatdar kir.
Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd bi wesîleya salvegera 9’emîn a êrişên qirkirinê yên ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de li ser Şengalê kiribûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd de ev tişt hate gotin:
“Di serî de em salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya li dijî civaka me yê êzidî şermezar dikin û şehîdên ku di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Di sala 2014’an li ber çavê tevahî cîhanê komkujiyeke qirkirinê li dijî êzidiyan hat pêk anîn. Bi hezaran mirov bi awayeke hovane hatin qetil kirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazaran mîna koleyan hatin firotin. Di encama vê êrîşa qirkirinê de zarokên keç û jin rastî êrişên çandî, bawerî, fîzîkî û zayendî hatin. Ev êrişên ku para xwe ji mirovbûnê negirtiye, li ber çavê tevahî cîhanê pêk hat, lê mixabin hemû alî li dijî vê qirkirinê bêdengiya xwe parast. Berdêla van êrişan herî giran jin dan.
Armanca êrişên ku li hemberî jinên êzidî hatin kirin, li hemberî nasnameya tevahî jinan e. Hêzên desthilatdar ên hegemonîst bi fermana 74’an jî têr nebûne, bi berdewamiya fermanê êrişên xwe li dijî êzidî, şervanên ku parastina axa xwe dikin heta roja îro berdewam dikin. Her roj warên sivîl, nexweşxane û qadên jiyanê ya li Şengalê tên bombekirin. Ev êriş cardin li ber çavê tevahî cîhanê tê pêk anîn û dîsa tevahî hêz û alî xwe ker kirine.
Weke Rêxistin em van êrişên berdewam şermezar dikin û banga têkoşîna hevgirtî li hemû aliyan dikin. Bi ruhê têkoşîna hevpar bêguman gelek destkeftî hatin bi dest xistin. Mînak fermana 74’an ji aliyê hin welatan ve mîna ‘Qirkirin’ hate pejrandin. Lê naskirina ‘Qirkirinê’ bi tena serê xwe têr nake. Pêwîste hesab ji berpirsyarên wê qirkirinê bê pirsîn, girtin û darizandin. Ew êş û qîrînên bi hezaran jin û zarok tenê mîna ‘Qirkirin’ pênase kirin têr nake.
Li dijî êrişan gelê Şengalê bi parastina xwe ya cewherî rêveberiya axa xwe avakiriye. Ji bo ku gelê Şengalê bi ewlehî li ser axa xwe bijîn, divê statuya xweser a Şengalê bê naskirin û qebûlkirin. Naskirin û qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê helwestekî wîjdanî û exlaqî ye. Heman demê ew wêneya qirkirina jinên êzidî, bi hatina Talîban a li ser desthilatdariyê re nîşan dide ku jinên Efganistanê jî rastî qirkirinê tên. Dijminatiya li ser jinê ewqas kûr e ku li Efganistanê herî dawî Talîban bi biryara şewitandina enstrumanên hunerî derket holê. Bi tevahî mafê jiyanê ya jinan ji destê wan hatine girtin.
Em jinên ku li beramberî van êrişan têkoşînek bêhempa dimeşînin, bi dil û can silav dikin. Di serî de jinên êzidî û efgan hemû jinên ku li dijî zilma desthilatdariyê li ber xwe didin, em banga xurtkirina rêxistinbûnê û bilindkirina asta xweparastinê dikin.”