Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl: Bila statûya Şengalê bê naskirin

  • 14:08 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 9'emîn salvegera Fermana 74'an partiyên siyasî û rêxistinên civakî  sivîl daxuyanî dan û xwestin ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin bê qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin. 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 9’emîn salvegera êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî êzidiyan hatiye kirin ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, daxuyaniyên nivîskî weşandin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD): Ev fermana ku li dijî civaka êzidî pêk hat sûcekî hovane yê li dijî mirovahiyê ye ku gelek dewletan wek jenosîd qebûl kiriye. Ji ber vê yekê hêzên navnetewî yên ku ji bo şermezarkirina vê fermanê ketin rêzê yan jî bêdeng man, divê berpirsiyariya xwe bi cih bînin, vê fermanê weke jenosîdê qebûl bikin, ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin û berpirsiyar û şirîkê vê fermanê di dadgeha navneteweyî de darizînin. Em bang li hemû partî, sazî û rêxistinên kurd dikin ku civaka me ya êzidî ya qedîm li dijî êrişan biparêzin û ji bo ev ferman wek jenosîd bê qebûlkirin û Şengal bibe xwedî statû jî di nava hewldanan de bin.”
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi ser qirkirina li dijî êzidiyan re 9 sal derbas bûn. Yek ji peywirên sereke ya têkoşîna jinê û dîroka mirovahiyê ew e ku hûrgiliyên komkujiya êzidiyan bên eşkerekirin, berpirsyar bên darizandin, aqûbeta kesên windakirî bê zanîn, bê zanîn bê ka kesên hêj dijîn li ku ne û ji bo rizgarkirina wan têkoşîn were dayîn. Divê welatên ku komkujî weke qirkirin qebûl kirin, ji bo darizandina kesên qirkirin pêk anîn bikevin nava liv û tevgerê. 
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li Şengalê êrişeke mezin pêk anî. Di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin û jin û zarok jî di nav de 6 hezar û 410 kes hatin revandin. Em, vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku dê li dijî van komkujî û hewldanên tunekirinê, yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.
 
Partiya Çep a Kesk: Em hemû êzidiyên di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev 9 sal in êrişên li dijî xelkê Şengalê berdewam in ku hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Ji bo ku ev êrişe careke din li dijî êzidiyan neyên kirin, divê komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin.
  
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP): Em qirkirina li dijî êzidiyan şermezar dikin. Kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî û yên di dema parastina gel de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr tînin. Banga me ji bo tevahiya civakê ew e ku vê qirkirinê nas bikin û ji bo careke din ev qirkirin neyên kirin li berpirsyartiya xwe rabin.
 
DBP: Em, kesên di Fermana 74’an de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînin û bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo avakirina jiyaneke nû ya êzidiyan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê û mayîndekirina aştiyê bi peywira xwe rabin. Divê qirkirina li dijî êzidiyan hatiye kirin were qebûlkirin, statûyê bidin Şengalê û roja 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyan a Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Êzidiyan’ bê ragihandin.
 
Baroya Amedê: Em Fermana 74’an şermezar dikin. Baroyê, di parvekirina xwe de xwest ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD): Divê 3’yê Tebaxê weke roja bîranînê bê qebûlkirin.