Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2'yem konferansa xwe çêkir

  • 14:27 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi mîsogeriya şoreşa jin a azad em ê malbata demokratîk pêş bixin” duh 2’yemîn konferansa xwe li dar xist.
 
Mala Jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 7 kantonan bi 30 navendan xwe birêxistin kiriye û yekemîn saziya ku bi Şoreşa 19’ê Tirmehê re hatiye avakirin e bi dirûşma “Bi mîsogeriya şoreşa jin a azad em ê malbata demokratîk pêş bixin” duh 2’yemîn konferansa xwe li Hesekê li dar xist. 300 delegeyên ji Kongra Star, Komîteyên Lihevhatinê, endam û rêveberên Mala Jin, Meclîsa Edaletê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Sûriya Demokratîk di konferansê de amade bûn.
 
‘Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi yekîtiyê pêşengiya şoreşê dikin’
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo lidarxistina 2’yemîn Konferansa Mala Jin li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Em bi vê munasebetê hemû şehîdên jin bi bîr tînin. Rêber Ocalan ronahî da tarîtiya ku jin tê de dijî û îradeyek azad di kesayetek jinan da ava kir. Yek ji nirxên herî pîroz ên şoreşa jin û bi têkoşîna 40 salan a jinên Kurd Mala Jin hat avakirin. Ji bo avakirina edaletek civakî û malbatek demokratîk û wekhev Mala Jin hatin avakirin. Jin bi hêzek mezin û îradeyek mezin û li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk xwe birêxistin kir, di kesayeta jina azad de malbatek demokratîk tê avakirin, bi malbata demokratîk civakek demokratîk û azad ava dibe. Dewletên desthilatdar bi hişmendiya baviksalarî siyasetek dan meşandin da ku jinan dûrî berxwedan û rêxistinbûyînê bibin. Lê jin li hemberî vê siyasatê bi têkoşînek mezin kar û xebatên xwe dimeşîne. Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi yekîtî û rêxistina jinan pêşengtiya şoreşê dikin.”
 
‘Şerekî mezin li hemberî felsefeya Jin Jiyan Azadî tê meşandin’
 
Rîhan Loqo balkişand li ser Fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî ya li Şengalê pêk hat û wiha got: “9 sal li ser komkujiya gelê Êzidî derbas dibe, di şevek tarî de êrîşek mezin li ser civaka Êzidî pêk hat û çeteyên DAIŞ’ê gelek jin, zarok qetil kir û revandin. Hemû cureyên şidetê li ser wan jinan û zarokan hatin pêkanîn.” Rihan Loqo ya îşaret bi têkoşîna jinan a cîhanî kir wiha domand: “Jinan li hemberî sîstema desthilatdar serî hildan û banga azadiyê kirin. Îro şerekî mezin li hemberî felsefeya Jin Jiyan Azadî tê meşandin. Erka me di vê demê de ew e ku em rê nedin hişmendiya baviksalarî ku me kole bikin û civaka me ji hev bixin. Erka me avakirina civakek azad û wekhev e. Pêwist e em bi biryarên ku rê li hemberî qetilkirina jinan û hişmendiya baviksalarî bigirin.”
 
Piştî ku dîwanê konferansê ji 5 endaman hat avakirin mamosteya zimanê kurdî Hena Xalid perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan û edaleta demokratîk xwendin.
 
Dûre Hena rapora 7 salan a kar û xebatên Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku komîteya amadekar amade kiriye, xwend.
 
Li gorî raporê, di 7 salan de, malên jinan serdana 79 hezar û 33 mal li gund û komînên navçeyên herêmê kirine da ku qanûnên malbatê ji wan re şîrove kirin. Giliyên ku hatin cem malên jinan 46 hezar û 710 bûn. Ji wan 27 hezar û 727 doz hatin çareserkirin. 6 hezar û 709 doz jî hîna di nirxandinê de ne. Her wiha ji wan 9 hezar û 971 doz veguhastine Dîwana Edaleta Civakî û hezar û 765 doz veguhastine saziyên din.
 
Malên jinan 641 jinên ciwan radestî malbatên wan kirin piştî ku ew li hev anîn.
 
Li gor komîteya amadekar, encamnameya konferansê dê bi daxuyaniyekê îro bê eşkerekirin.