
Li Bexdayê li ser Xweseriya Şengalê konferans
- 14:55 3 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê de, êzidiyan daxwazkirin ku hikûmeta Iraqê demek zû de vê sûce wek jenosîd nas bike û heman demê de xwerêveberiya Şengalê bi awayekî fermî nas bike.
Bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 3’ye Tebaxê bi dirûşmeya "Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye" bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê konferansek li paytexta Iraqê Bexdayê tê lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê di konferansê de hinek gotar pêşkêşkirin û tekezî kirin ku komkujiya Êzidiyan wek jenosîd were naskirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê were pejirandin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Xezal Reşo ve hate pêşkêşkirin û wiha got. “Heta niha 13 dewletên cîhanê komkujiya Şengaliyan wek jenosîd naskirine. Ji bo wê divê hikûmeta Iraqê jî di demek zû de vê sûce wek jenosîd nas bike. Heman demê de Rêveberiya Xweser a Şengalê weke vîn û dengê Şengalê bi awayekî fermî bê naskirin û destgirtin.”
Piştre li ser navê Meclisa Gel a Şengalê Nayîf Şemo axivî û wiha anî ziman: “Ev fermana li ser êzidiyan ne tiştek nû ye, ji serdema Osmaniyan ve destpêkiriye ku li ser navê Îslamê civaka Êzidî hate qirkirin. Di dema Fermana Gelê Şengalê de, hêzên hikûmeta Iraqê û PDK’ê Gelê Êzidiyan ji bo komek çeteyên hov wek DAIŞ tenê hêlan. Ji bo wê em dixwazin Rêveberiya me ya Xweser hebe, da ku em bi xwe xwe biparêzin. Ji bo ku carek din bi êrişên wiha re rû bi rû nemênîn.”
Her wiha li ser navê kesûkarên qurbaniyan û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar wiha axivî: “Heta niha bi awayekî fermî ji bo cezakirina çeteyên DAIŞ’ê ku jenosîda Êzidiyan pêkaniyîn, ti dadgehên navneteweyî nehatine avakirin. Heman demê de aliyên fermî yên hikûmeta Iraqê ku Şengalê tenê hêlan û êzidiyan radestî DAIŞ’ê kirin, heta niha tu lêkolînek destpênekirine. Ji bo wê em daxwaz dikin ku di demek zû de dadgehek navneteweyî ji bo cezakirina DAIŞ’ê avabikin û li ser aliyên ku êzidiyan tenê hêlayîn û reviyayîn lêpirsîn destpê bikin.”
Di dewama Konferansê de Dayê Şemo li ser navê jinên Şengalê axivî û wiha pê de çû: “Di vê rojê de keç û xortên Êzidî hatin qetilkirin û firotin. Li ser vê yekê re 9 sal derbaz dibe, lê heta niha ti rêxistinek Iraqê vê komkujiyê wek jenosîd nasnekiriye ku heta niha jî keç û jinên Êzidî wek kole nêzîkatî lê tên kirin. Ji bo wê em wek jinên Êzidî daxwaza mafê xwe dikin. Em dixwazin dawî li van jenosîdan were.”