
Li CPT, PE û DMME’yê li dijî tecrîdê çalakiyên bêîteatiyê
- 15:39 3 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kurd ji bo agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were stendin û balê bikişînin ser tecrîda mutleq çalakiyên bêîtaetiya sivîl lidarxistin.
Ciwanên Kurd li avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Parlamentoya Ewropayê (PE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo ji Abdullah Ocalan ê ku 2 sal jortir e agahî jê nayên stendin, agahiyan bistînin û balê bikişînin ser tecrîda mutleq çalakiyên bêîtaetiya sivîl li dar xistin.
Ciwanan dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin, bang li CPT, PE û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin ku li dijî tecrîda mutleq bikevin nava liv û tevgerê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Her wiha hat destnîşankirin ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe divê her kes bi taybet ciwan di nava çalakiyan de bin.
Polîsên Fransî yên ku xwestin xwepêşandanê asteng bikin, bi bombe û gaza îsotê êrişî ciwanan kirin.