
Li Şengalê komxebata ‘Yekîtiya me hêza li dijî zilmê ye’
- 16:50 3 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 9’emîn salvegera fermanê de li Şengalê bi dirûşma "Yekîtiya me hêza li dijî zilmê ye" komxebatek tê lidarxistin.
Îro li Şengalê di pêşengiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê de, bi wesîleya 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, komxebatek tê lidarxistin. Weke tê zanîn ev tifaqa civakî û siyasî ya Şengalê, di 24’ê Hezîrana 2023’yan de hatibû ragihandin. Di vê tifaqê de weke hêzên siyasî PADÊ, YNK û Teqedûm cih digirin. Her wiha weke nûnerên çand û civakên Şengalê jî nûnerên Mesîhî, Sunnî, Şîa, Tirkmen jî yekîtîya xwe bi rêya vê tifaqê ragihandibûn.
Di pêşengiya vê tifaqê de, li navçeya Sinûnê ya Şengalê, li salona Sefîr di saet 15:00’an de bi dirûşmeya "Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye" komxebatê destpê kir. Hevserokê PADÊ Hisên Hecî, Berpirsê YNK’ê li Şengalê Dawid Cindî, Serokê Teqedûmê Seîd Beddûş, Nûnerê Mesihiyan Gabrîel Şemhûn, Nûnerê Sunniyan Adil Silêman, Nûnerê Tirkmenan Abdulrezak Reza, Nûnerê Şîayan Seyîd Mehmûd, sazî û saziyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê, serokeşîr, kesayetên naskirî û rûspiyên Şengalê jî di nav de bi sedan kes beşdarî komxebatê bûne.
Herwiha ji derveyî Şengalê jî nûnerê Parêzgarê Mûsilê Enwer Elî Gepo, Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Kak Aras, Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê, Berpirsê Operasyonên Nînowayê, rayedarên Emnil- Wetenî jî di nav de bi dehan rayedarên siyasî û leşkeri ya Deşta Nînovayê jî beşdarî komxebatê bûne.
Axaftina vekirinê ji aliyê oldaran ve hate kirin. Oldarê Şîa Seyîd Mehmûd, oldarê Êzidî Fexir Xelef û nûnerê Mesihiyan Gabrîel Şemhûn li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, peyamên destpêkê yên komxebatê dan. Hemû axaftvan bang li civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê kirin da ku yekîtî û tifaqa xwe xurtir bikin. Herwiha bang li Iraqê hate kirin ku bi erka xwe rabe, rê veke ku civaka Êzidî karibe xwe birêve bibe.
Wê di komxebatê de xurtkirin û berfirehkirina yekîtî û tifaqa Şengalê, xebatên ji bo vegera gel ya Şengalê, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên îdarî yên Şengalê û gelek mijarên din yên girîng werin nîqaşkirin.