Encamnameya Konferansa 2'yemîn a Mala Jinan hat aşkerakirin

  • 17:01 3 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Konferansa 2'yemîn a Mala Jinan 18 bend û planên xebatê derketin. Armanca hemû plan û bendan rêxistinkirina jinan û civakê, xebata li ser pêkanîna qanûna malbatê, avakirina Komîteya Pêşwazîkirina jinên berê xwe didin Mala Jinan û bendên din e.
 
Bi diruşma "Em ê bi misogeriya şoreşa jina azad malbata demokratîk pêş bixin" û bi beşdariya 300 nûnerên ji delegeyên jin, saziyên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Konferansa 2'yemîn a Mala Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.
 
Ji konferansê, komek biryar û plana xebatê li ser rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin.
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
"Di 2'yê Sibata 2023'yan de bû diruşma "Em ê bi misogeriya şoreşa jina azad malbata demokratîk pêş bixin" Konferansa 2'yemîn a Mala Jinan bi beşdariya 300 delegeyên jin ji bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endam û mêvanên ji sazî, rêveberiyên xweser, sivl, tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.
 
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dûre berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina destpêkê kir. Piştre nameyên qeydkirî yên hin çalakgerên jin ên ji tevahî cîhanê û yên serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û xebata rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandine, hatin xwendin.
 
Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, rapora xebatên Mala Jinan ên di navbera 2016-2013'yan de hatin xwendin. Dûre nîqaş çêbûn. Di nîqaşan de teqezî bi rola jinên pêşeng û îlhamker a rola jinan di çareserkirina dozên taybet bi jinan û parastina wê ji tundiyê hate kirin.
 
Her wiha di nîqaşan de teqezî bi rola jinan a zanakirina civakê û alîkariya wê di avakirina malbateke demokrat de bi rêya perwerdeyên hişyarî, perspektîf û semînerên di nava civakê de hatine dayîn, hate kirin.
 
Ji wê zêdetir jî di konferansê de rêzikname hate nîqaşkirin, beşdarana nêrîn û pêşniyarên xwe têkildarî pêxistina mekanîzmeyên xebata tê de, bilindkriina kapasîte û derkeftan li gel hemû karkeran hatin nîqaşkirin û ji konferansê biryarên hatine dayîn wiha ne;
 
Hişyarkirina civakê bi awayekî giştî li ser rêgezên bingehîn û qanûna malbatê, dayîna semînerên li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û xwegihandina li tevahî jinan û zanakirina wan.
 
Zêdekirina perwerdeyan ji mêr û jinan re.
 
Xebat li ser vekirina Mala Jinan li Dêrazor û li tevahî herêmên tê de nehatiye vekirin, were kirin.
 
Mekanîzmeya xebatê heta lihevkirinê yek be û jinên tundî lê hatine kirin û berê xwe didin Mala Jinan radestî malbatên wan werin kirin û aliyên radestî bûne werin diyarkirin.
 
Komiteyên şopandina rewşa jin û keçên radestî malbatên wan tên kirin were avakirin.
 
Bernameya perwerdê, çeksazî û perwerdekirina jinan di girtîgehan de were danîn.
 
Xebat li ser avakirina projeyên jinên di mala jinan de dixebitin were kirin.
 
Dewreyên perwerdê yên pispor ji jinên malbatên şehîdan, keçên şehîdan û jinbiyan re û yên kes li wan nanêrê re werin vekirin.
 
Xebat li ser avakirina gundan ji jinan re li her kanotinekê were kirin.
 
Banga avakirina navendên şêwirê ji jinên nakokiyên wan ên malbatî hene re were kirin.
 
Xebat li ser xurtkirina aboriya jinên pêdiviya wan bi kar heye were kirin û piştgirî bê dayîn.
 
Vekirina deverên dîtinê yên guncaw da ku dê yan jî bav bikare zarokê/a xwe ya di hembêza yek din de bibîne.
 
Bernameyek televîzyonê ji bo nîqaşkirina dozên jinan ên taybet bi Mala Jinan were amadekirin.
 
Xebat li ser pêkanîna qanûna malbatê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin.
 
Nameyên bi navê konferansê ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî re werin şandin û wan li ser pêkanîna tedbîrên di qanûna malbatê de û cezakirina kesên van madeyan bin pê dikin, hişyar bikin.
 
Komîteyek ji Mala Jinan, Tevgera Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Desteya Jinan û Rêxistina Sara were avakirin, da ku li ser pêşwazkirina jinên berê xwe didin Mala Jinan û dîtîna cihekî parastina wan bixebite.
 
Dema jin radestî malbatên wan tên kirin xebat li ser lihevkirinê bê kirin.
 
Rewşa jinên radestî malbatên wan tên kirin were şopandin."