
TJA li Mîdyadê bi jinên Êzidîre hat gel hev
- 18:20 3 Tebax 2023
- Rojane
MÊRDÎN - TJA bi wesîleya salvegera komkujiya Êzidiyan li gundê Bacînê ya Mîdyadê bi jinên Êzidî re hat gel hev û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Tevgera jinên Azad (TJA) bi wesîleya 9’emîn salvegera komkujiya Êzidiyan çû gundê Bacînê ya Mîdyad a Mêrdînê û bi jinên Êzîdî re hatin gel hev.
Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim di serdanê de axivî û got: “Em netewa Kurd yekin. Ne Êzidî ne Elewî ne jî Sunî ferq nakin. Baweriyên me cuda bin jî ziman, nasname û bedelên em didin hemanin. Ji ber vê êrîş li hember me ye jî. Me netewin, em netewa Kurdin. Berxwedana me wê bidome. Ez zîhniyeta tarî lanet dikim.”
Jinên Êzidiyê ji bo sedanên spasiyên xwe ji bo jinên TJA’yê kirin.