9’emîn salvegera komkujiya Şengalê: Bila statuya Şengalê bê
- 22:21 3 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta salvegera komkujiya Şengalê di daxuyaniyên hatin dayîn de hatin diyar kirin ku qirkirina li hember gelan nayê jibîrkirin û divê statuya Şengalê bênasîn.
Bi wesîleya 9’emîn salvgera komkujiya DAIŞ’ê ya di 2014’an de li hember Êzidiyan pêk anî li her derê daxuyanî hatin dayîn û kesên hatibûn qetilkirin hatin bibîrqanîn.
Amed
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Parka Hazala Ofîsê ya Yenîşehîrê daxuyandî. TJA, rêxistinên HDP û Partiya Çep a kesk, DBP û welatî tevli bûn. Li ser navê girseyê rêvebera Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê Dîlan Guvenç daxuyanî xwend.
Dîlanê da zanîn ku bi dehzaran jin, zarok û mêr hatine qetilkirin û bi komî hatine çalkirin û got: “250 hezar kes hatin koçberkirin. Jin û zarok li bazaran wek okle hatin firotin. Ola wan hat guhertin. Êrîşa zayendî ya sistematik lê kirin. Sûcê qirkirinê sûcê mirovahiyê ye. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe bi taybet jin hedef tên girtin. Yên komujî pêk anîn hîna nehatine darizandin. Em ê têkoşîna xwe heta dawî û li her qadê bidomînin.”
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya du deqeyan bidawî bû.
Stenbol
Komeleya Dema jinê jî bi heman armancê li Navenda Çanda Mezopotamya ya Beygolu bernameyek pêk anîn. Di bernameya bibîranînê de wêneyên jinên Êzidî cih girtin. EndamênDayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endama PM ya DBP’ê Dîlber Demîr,endamên meclîsa jinan a HDP’ê, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Beser Çelîk û gelek jin tevli bûn. Di bernameyê de belgefîlm hat nişandan û muzîkalek pêk hat.
Endama Komeleya Dema Jinê Berîvan Saruhan axaftinek kir û da zanîn ku gelek jinên Êzidî windane û piranî jî neçar mane koçî Ewropayê bikin û got: “Yên herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Hêvya me eve ku 3’ê Tebaxê roja qirkirina jinê û roj açalakiya navneteweyî ya li dijî qirkirinê bê îlankirin. Bila statuya Şengalê bê nasîn.”
Piştî axaftinê dayika aştiyê Bîrgul Muîkanci helbest xwend û bername bidawî bû.