
ROJEVA 04'Ê TEBAXA 2023'YAN
- 09:00 4 Tebax 2023
- Rojev
* "Di siyaseta demokratîk de çalakî jî, taybetiya zimanê gel esas girtine. Civîn, meş, hilbijartin, mîtîng, proteseto, grev û serhildan jî di esasê sosyolojiyê de di dem û cihê xwe de pêk anîne. Hêza çalakiya ku bi îradeya xwerêxistinkirinê pêş dikeve jî di heman demê de nîşan dide ku çiqas serkeftî ye." BI DÎMEN
*Şukran Afşar ya li girtîgeha Bakirkoyê tê girtin û di 15 sal girtina xwe de teşîsa şîzofrenê lê hat dayîn, tevî ku nexweşiya wê her diçe giran dibe ne tê dermankirin ne tê tahliyekirin. BI DÎMEN
*Li Amedê piştî erdhêjê gelek avahiyên ku xesarek giran dîtibûn hîna nehatine hilweşandin, valakirin û tedbîrek nehatiye girtin. Di van avahiyan de jiyan wekê ku tu pirsgirêk tune berdewam dike. BI DÎMEN
*Her sala ku biçe wê weke sala borî gelek tiştan biguhere, lê ya nayê guhertin êşên hatine kişandin e. Wekî mînak dema em li zarokên Şengalê dinêrin ew tirs û xofa fermanê di dilê wan de nayê guhertin. ew jan, ew rev, ew lingên pêxwas ên di nava kevir û tozê de. Di nava wê axa germ a tebaxê de, ew sitriyên di lingên wan de diçûn, ew lingên ji xwîn û axê qalip digirt qet û qet nayê jibîrkirin. Ji bo Elmasa ku wê demê 14 salî bu jî gelek tişt nehatine jibîrkirin. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP'ê Sabuha Akdag tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û ev 29 meh in tu agahî jê nayê girtin, şîrove kir û wiha got: "Tecrîd ne bi tenê li ser rêbertî ye de bi sînor e. Ji bilî girtîgehan, li ser, ramyarî û civakê jî ev tecrîd belav dibe."
BI DÎMEN