
7 cenaze anîn nexweşxaneyê
- 11:01 4 Tebax 2023
- Rojane
ŞIRNEX - Cenazeyên 7 endamên HPG’ê yên di şerê li çoltarên Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Operasyonên leşkerî yên li çoltarên navçeya Elkê, Qileban û navenda Şirnexê berdewam dikin. Di navbera HPG/YJA Starê û leşker û cerdevanan de şerekî dijwar diqewime. 11 herêmên navçeya Qilebanê yên ji 27’ê tîrmehê ve hatine qedekirin, bênavber tên bombebarankirin.
Li rexekî operasyon û pevçûn didomin û li rexa din jî hat diyarkirin ku cenazeyên 7 endamên HPG'ê yên di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane anîne morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihandin ku cenazeyên li morgê tên sekinandin bi temamî şewitîne.
Her wiha hat ragihandin ku agir bi herêmên operasyon lê didome, ketiye. Hat zanîn ku şewata li hin deveran hêj didome.