
NADA’yê piştgiriya hemleya ji bo jinên Şengal û Efganî kir
- 12:01 4 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NADA’yê ragihand ku ew piştgiriya hemleya KJK’ê ya “Li hember êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ kir û banga naskirina fermî ya qirkirina jinan û hewldanên ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ'ê kir.
NADA (Hevalbendiya Jinên Herêmên Demokratîk li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn) daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji hemleya KJK'ê re nîşan da. Dê hemle di navbera 3-15'ê Tebaxê de bi dirûşma ‘Li hember êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ pêk bê.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin:
“Em hevalbendiya NADA û ji aliyê baweriya me bi vê hemleyê heye ve, em ji raya giştî re radigihînin ku piştgiriya xwe ji vê hemleyê re nîşan didin û spasiya KJK'ê ji bo destpêkirina vê hemleyê dikin. Em bi vê boneyê hemû kesên di qirkirina komî ya li Şengalê re derbas bûne û yên li Efganistanê jî di vê qirkirinê re derbas bûne, bi bîr tînin. Em van êrişên hovane yên li dijî jin û zarokan, gelan û êrişên li dijî welatiyên êzidî yên li Şengalê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên terorîst ve şermezar dikin. Em êrişên hovane yên li dijî jinên efganistanî û gelê Efganistanê, ku vekişîna hêzên Amerîkayê, tevgera Talîbanê hatiye ser desthilatê û sûc pêk anîne, şermezar dikin. Em bi vê boneyê diyar dikin ku em ê li kêleka gelên bindest û jinan bisekinin û serbilindiya xwe li hember berxwedana jinên Şengalê û Efganistanê ji bo parastina hebûn, azadî, jiyan û gelê xwe raber dikin, nîşan didin.
Qirkirina jinan sûcekî dermirovî ye, lê heta niha nehatiye naskirin. Bi wê re sûcdar ji cezayê difilitin û hîna li gelek dewletan li ser van êrişên li dijî jinan tên xelatkirin. Ji lew re divê têkoşîna jinan a hevbeş û aktîf li dijî van siyasetên qirkirinê û qirkirina jinan hebe.
Li gorî wê û piştgiriya hemleyê, em bang li aliyên navneteweyî yên têkildar dikin ku DAIŞ'ê û Talîbanê li ser sûcên şer û dermirovî yên ku li dijî gelên êzidî û efganistanî bi giştî û li dijî jinên êzidî û efganistanî bi taybet pêk anîne darizînin. Nîşaneyên van gelek in, em bang dikin ku dewlet û aliyên rola wan yekser û ne yekser di van komkujî û qirkirinên li Şengalê de hene ceza bikin. Li aliyekî din jî em banga naskirina fermî ya qirkirina jinan dikin û banga hewldanên rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ'ê dikin, vegereke ewle ji gelê êzidî were bê dabînkirin. Her wiha em bang li tevahî hêzên navneteweyî dikin ku tawîzê bidin kesên zirar di şer de dîtine û herêmên ji hêla çeteyan ve hatine mayînkirin paqij bikin û Şengalê tamîr bikin.”