Tecrîd li Hewlêrê hat şermezarkirin

  • 15:43 4 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîdê daxuyaniyek da û got: "Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin da ku bi erkê xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin. Xwedî helwest bin û bêdeng nemînin."
 
Nûnertiya Patiya Demokratîk a Gelan a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Daxuyaniya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ji aliyê endamê HDP'ê Agir Guneş ve hate dayin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; 
 
“Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan nayê qebûlkirn, ji ber ku 29 mehin ti agahiyek li ser jiyan û tenduristiya Rêber Ocalan nayê zanîn, rê nadin parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin. Rêber Ocalan 24 sal in ji ber fikir, raman û azadiya gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin. Di heman demê de êrişên li ser Gelê Kurd yên ji bo tinekirinê dewam dikin.
 
Tecrîda li ser Rêber Ocalan bi ti awayî nayê qebûlkirin, 29 meh in rê nadin parêzer û malbata serdana Îmraliyê bikin. Divê rêxistinên mafê mirovan, CPT rê li tecrîda ser Rêber Ocalan bigirin û derbarê jiyan û tenduristiya wî de agahî bidin raya giştî. Nabe divê rewşa hestyar de bêdengî were hilbijartin, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd, xeta sore û nabe bê tecrîdkirin.
 
Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin da ku bi erkê xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin. Xwedî helwest bin û bêdeng nemînin, ji ber ku ev tecrîd dijî mirovahî û mafên Rêber Ocalan e."