Hejmara kesên li Fasê jiyana xwe ji dest dan gihişt hezar û 37 kesî

  • 18:45 9 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di erdhêja li Fasê pêk hat de hat ragîhandin ku herî kêm hezar û 37 kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
Li Fasê navenda wê herêma El-Huz a Marakeşê bi meznahiya 7 erdhêj pêk hat û hejmara miriyan her diçe zêde dibe. Wezareta Karê Hundir diyar kir ku di erdhêja li Marakeşê saet di 23.10’an de bi meznahiya 7 pêk hatiye hejmara miriyan derketiye hezar û 37’an. Hat hînbûn li bajarên Marakeş, Azîlal,Agadîr, Varzazat û Chîchaoua mirî hene.
 
Li gorî nûçeya Al Jazeera erdhêj di 10 kîlometre kurahî erdê de pêk hatiye û wek erdhêja herî mezin a 120 salan a Fasê derbasî qeydan bûye.
 
Li gorî Reutersê bi sedhezaran kes mirî hene û piranî mirî di cihên ku zore jê bên derxistinê de ne.