
Rojnameger Nazîla Maroofîan hat berdan
- 21:32 9 Îlon 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Nazîla Maroofîan ku piştî bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir hat girtin, bi kefaletê hat berdan.
Rojnameger Nazîla Maroofîan ku piştî Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, bi bavê wê re roportaj kiribû di 30’ê Tebaxê de çara çaremin hat girtin. Nazîla ya li girtîgeh Evînê girtî bû bi kefaletê hat berdan.
Nazîla di binçavan de rastî îstîsmara zayendî hatibû û ji ber vê ji 1’ê îlonê de di greva birçîbûnê de bû.