Komeleya Koza: Hewl dibin bibin bersiva hewcedariyên jinan

  • 09:04 10 Îlon 2023
  • Rojane
 
Habîbe Eren 
 
BÛRSA - Komeleya Jinan a Koza di 2012’yan de li Bûrsayê hat avkairin. Komele ji bo jinên tundî dîtine têdikoşe û hewl dide bibe bersiva hewcedariyên jinan.
 
Komeleya Jinan a Koza di 2012’yan de bi armanca piştgiriya jinan li Bûrsayê hat avakirin. Komele di mijara tundiya li ser jinê piştgiriyê dide jinan. Li gorî daxwaza jinan berê wan didin sazî, komele û weqfan.
 
Seroka Komeleyê Necla Turemen der barê faliyetên komeleyê de nirxandin kir. 
 
Neclayê da zanîn ku komele ji aliyê komek jinên femînîst ve li Bûrsayê li ser hewcedariyê hatiye avakirin û got di mijara îstîhdamkirina jinên hatine mexdûrkirin û tundî lê hatine kirin de dixebitin. Neclayê wiha domand: “Me di 2004’an de biryara vekirina komeleyê da û me di 2012’yan de vekir. Di Fabrîqeya Tekstîlê ya Taybet de şewat derketibû û me piştî wê biryara avakirinê da. 5 karkerên jin yên di vardiya şevê de dixebitîn li pişt deriyan jiyana xwe ji destdan. Me Platforma Jinan a Bûrsayê 8’ê Adara 2005’an diyariyê wan jinên karker kir. Me dema Komeleya Jinan a Koza ava kir me ji karkerên Kozayê îlham girt.”
 
‘Em li gorî hewcedariyan dibin bersiv’
 
Neclayê faliyetên komeleyê nirxand û ev tişt anî ziman: “Jinan xwe gîhandin me. Piranî jinên ku tundî lê hatibûn kirin û jinên dest ji hevjîn berda bûn. Lê rê û rêbaz nizanibûn. Salê 60-70 jin xwe digihînin me. Em di çarçoveya veşarîbûnê de tevdigerin. Em li gorî hewcedariyê dibin bersiv. Di mijara hiqûqî, psîkolojî û starbûnê de em piştgiriyê didin.”
 
‘Dema pandemî û erdhêjê de serlêdan zêde bûn’
 
Neclayê diyar kir ku jin ne tenê pêvajoya destberdanê de her astê de zehmetiyan dikşînin û wiha daxuyand: “Di pandemiyê de hejmara serlêdanan zêde bûn. Wê demê tundiya mêr a li malê zêde bû. Dema karasetan de jin zêdetir bi bandor dibin. Me erhêjek mezin jiya. Jin di her alî de mexdur bûn. Dema erdhêjê de jî serlêdan zêde bûn. Li gorî daneyên fermî nifûsa Bursayê ji 3 mîlyonî zêdetire. Bi koçberiyê ev zêde bû. Ji bo bajarê ji 3 mîlyonî zêdetir divê stargehên jinan bên vekirin.”
 
‘Em ji ŞONIM agahî nagirin’
 
Neclayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku diçin ŞONIM’ê û bi nivîskî jî agahî jê dixwazin lê agahiyê nagirin û got jinên tundiyê dibînin xwe digihînin wan an jî navenda mafê jinan a baroyan û alîkariyê dixwazin.