Li girtîgeha Panosê îşkence: Dixwazin girtiyan bê vîn bihêlin

  • 10:25 10 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Nejla Demîr ku bertek nîşanî îşkenceya li girtiyên jin hat kirin da, diyar kir ku li girtîgehê îşkenceyeke sîstematîk ku tê kirin heye û got, "Îqtîdara ku li derve nikare bi zext û binçavkirinan gel bê îrade bike, bi îşkenceya ku li girtîgehan roj bi roj zêde dike, hewl dide girtiyan bê vîn bihêle."
 
Li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtiyên bi navê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer di 31’ê Tebaxê de îtîrazê hatina gardiyanên mêr a ji bo jimartinê kirin. Girtiyan diyar kirin ku mêr nikarin bikevin qada taybet a jinan û piştî bûyerê jinan xwest bi dozgeriyê re hevdîtinê bikin. Lê ev daxwaza girtiyan hat redkirin. Jinên ku pêkanîn şermezar kirin 40 gardiyanî êrîşî wan kir û nêzî 40 deqeyî îşkence li girtiyan kirin. Di heman demê de 4 girtî jî 4 saetan bi benê beraz  hatine girêdan.
 
Parlamentera Agirî ya Partiya Çep a Kesk Nejla Demîr polîtîkayên şîdet û îşkenceyê yên li hemû girtîgehan û bi taybet li Girtîgeha Patnosê nirxand.
 
‘Îşeknceya li girtîgehan zêde kirin ’
 
Nejlayê, diyar kir ku êrîşên li dijî têkoşîna jinan ku li derve tên meşandin bi heman awayî li girtîgehan jî tên zêdekirin û berdewamkirin. Nejla, destnîşan kir ku ev demeke dirêje girtîgeh bi pêkanînên sîstematîk ên îşkence û muameleya xerab bi taybet li ser girtiyên jin di rojevê de ne. Nejlayê, anî ziman ku bi zext û binçavkirinên li derve vîna ku nikarin têk bibin, bi pêkanînên îşkenceyê û înfazên li girtîgehan dixwazin têk bibin û wiha pê de çû: “Ji ber ku ji vê encam negirtin, Îşkenceya li girtîgehan zêde kirin. Di meclîsê de li ser binpêkirina mafan a sîstematîk a li Girtîgeha Patnosê me daxwaznameyek pêşkêşî Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan û Wezareta Dadê kir. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ev helwest bi zelalî dide xuyakirin ku polîtîkayên îşkenceyê ne tenê bi rêveberiya girtîgehê sînordar e, di heman demê de dide nîşandan ku polîtîkayeke desthilatdariyê ye.”  
 
‘Ji van binpêkirinan desthilatdarî berpirsyar e’
 
Nejlayê, da zanîn ku di bûyera dawî ya li Girtîgeha Patnosê de jin ji ber ku li dijî jimartina gardiyanên mêr mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne hatine cezakirin û wiha axivî: “Girtî hatine girêdan. Ev pêkanîn hemû îşkence ne. Em hîn bûn ku jinan gotine ku mêr nikarin bikevin qada jiyana me ya taybet û piştî bûyerê bi rojekê xwestine bi dozgeriyê re hevdîtinê pêk bînin. Lê ev daxwaza jinan hatiye redkirin.  Komek ji 40 gardiyanên mêr pêk tê li jinên ku bûyer protesto kirine 40 deqîqeyan îşkence kirine. Di heman demê de 4 saetan jî ew bi benê beraz girêdane. Ev yek bi rêya malbat, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî  hat rojevê. Em tu carî van polîtîkayên îşkence û muameleya xerab ku veguherîne polîtîkaya desthilatdariyê qebûl nakin. Berpirsiyarê van binpêkirinên mafan hikûmet e.”
 
‘Di girtîgehê de îşkenceyek sîstematîk heye’
 
Nejlayê, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtiyên jin li Girtîgeha Patnosê bi awayekî sîstematîk hatine îşkencekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî dema ku em çûn hevdîtinê, girtiyên jin anîn ziman ku ji ber hincetên biçûk bi cezayê ku li hucreya yek kesî bimînin hatine cezakirin. Piştî ku cezayê wan ê hucreyê hindik maye biqede jî bi hincetên din cezayê wan hatiye zêdekirin.  Ji xeynî wê hevjînê midûra girtîgehê ya sergardiyan zextê li jinan dike û hewl dide pêkanînan bike. Daxwaza wan a hevdîtina bi dozgeriyê re tê astengkirin û gelek gilî û gazincên din hatin kirin.”