'Bi yekîtiya jinan wê aloziya li Sûriyeyê çareser bibe'

  • 13:11 10 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted 
 
HELEB - Bi boneya salvegera 6'emîn a damezrandia Meclîsa Jina a Sûrî li Helebê panêlek hat li darxistin û di panelê de hat diyarkirin ku wê bi yekitiya jinan aloziya li Sûriyeyê çareser bibe.
 
Bi boneya salvegera damezrandina Meclîsa Jin a Sûrî bi dirûşma" Girîngiya rola jinê di biryargirtinê de "panêl li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat li darxistin. Di panêlê de jinên ji rêxistinên siyasî, çalekvanên siyasî û civakî ji Hums, Reqa, Şamê, Laziqîyê û Selemiyê li gel endamên meclîsê yên Taxa Şêxmeqsûd li panelê amede bûn. 
 
Jinên tevli panelê bûn derbarê girîngiya yekitiya jinan de axivîn.
 
Berdefka Meclîsa Jinan a Sûrî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Heyfa Hesen derbar girîngiya panêlê de diyar kir ku  bi salvegera 6` emîn a damezrandina Meclisa Jin a Sûrî wan xwest panêlek bi tevlibûna gelek jinên ji herêmên cuda ên Sûriyê vexwînin panela xwe. Heyfayê wiha berdewam kir , "Em damezrandina meclîsa xwe di sala wê ya 6`emîn de li hemû jinên Sûriyeyê pîroz dikin. Em daxwaz dikin ku di bin sîwana meclîsa xwe de yekitî û wekheviyek di navbera tevahî jinên Sûriyeyê de bidin çêkirin.  Tevlibûna gelek jinên ji bajarên Sûriyeyê yên cuda cuda yekitiya jinan dide diyarkirin  "
 
Em tekoşîna jinên Siwêdayê pîroz dikin
 
Heyfayê anî ziman ku ew tekoşîn û xwepêşandanên jinên Siwêdayê pîroz dikin û ev tişt got, " Jinên Siwêdayê jî daxwazd dikin ku di nava azadî, aştî û demokrasiyê de bijîn."
 
'Pêwîste cihê jinê di nivîsandina Destûra Sûriyê de hebe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Heyfayê derbarê girîngiya panelê de wiha got :"Daxwaza me ew e ku em bikaribin vê aloziya heyî di hundir Sûriyê de bi riya yektiya jinên Sûriyeyê ser bikin di heman demê de em wan bikin xwedî biryar di malbet û civaka xwe de û em dixwazin ku  cihê xwe di Nivîsandina destûra Sûriyê de bigirin . Her wiha em biryarên nû derheqê jinan bidin derxistin da ku em çareseriyek ji pirsgirêkên jin di aloziya Sûriyayê de bibînin ji ber ku jinan jî para xwe ji van aloziyan girt. "
 
'Di civaka me de pêwîste jin û mêr azad bibin'
 
Berdefka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Ofîsa Helebê Xalîde Edbo ji ku axivî ev tişt got:"Girîngiya vê panêlê ew e ku jin bikaribin bibin xwedî biryar û xwe li kêleka mêr di hû qadên jiyanê de bidin îsbatkirin. Ji ber di civaka me ya îro de pêwîst e ne tenê jin ,mêr jî azad bibIN ji bin hişmendiya desthiledarî û dewletê derkevin. "
 
'Bi saya fikra netewa demokratîk jin bû xwedî biryar'
 
Xalîde wiha berdewamî da axaftina xwe û got:"Jinan di civaka me ya îro de pir tengasî kişand heta ku bû xwedî biryar.  Ji ber ku cihê jinan di sazî û dezgehan de tune bû, vê jî hişt ku   jin ji qada siyasî bên dûrxistin û nebin xwedî biryar.  Lê  bi saya fikra netewa demokratîk derfetek mezin ji jinê re hat dayîn da ku jin bibe xwedî biryar û îspat kir ku tu cudahî di navbera wê û mêr de tune ye û cihê xwe di hemî qadên jiyanê de girt.  "
 
'Yekitiya jinê girîng e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Xalîde armanca tevahî jinên  Sûriyê diyar kir û got:"Em weke jinên sûriyeyê bi berdewamiya xebata xwe em hewldidin ku cihê me jî di Nivîsandina Destûra nû ya Sûriyê de hebe ev yek jî bi yekitiya jinên Sûriyeyê wê gengaz be. "
 
'Dema yekitî tune be jiyan bê wate ye'
 
Leyla Xalêd Hevseroka Malbaanda Heleb a Rewşenbîrî jî ji ajnsa me re girîngiya vê panêla ku di nava xwe de gelek jin ji gelek bajarê Sûriyeyê hembêz kirine nirxand û got:"Bi riya vê panêlê kombûneke jinan çêbû ye ku dixwazin hû jin nêrîna xwe bînin ziman di heman demê de  yekitiya xwe îro di vir de diyarî jinên cîhanê bikin. Ji ber ger yekitiyek di navbera jinan de tune be helbet wê jiyana me jî bê wete bibe. "