Ji bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ piştgirî

  • 12:14 9 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan  re Azadî ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
 
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji kampanyayê ragihand.Înîsyatîfê anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibata îsal ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê wateya azad û civaka demokratk û got: “Ev yek jî vê nîşan dide ku karê siyasî milkê civak, netewe, partî yan jî îdeolojiyekê tenê ye. Raman û rêbazeke ya demokratîk, azadî û aştiyê ye.”
 
Înîsyatîfê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan û avakirina civakeke demokratîk hewl dide. Înîsyatîfê bal kişand ser kampanyaya navneteweyî ya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ ya Froma Azadî û Aştî ya Ewropayê hatibû destpêkirin û got: “Em Înîsyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Iraqê piştgiriya hemû xebatên aştiyê dikin û zextê li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî biçe û Rêber Abdullah Ocalan azad bike. Em înîsyatîf piştgiriya xwe ya ji bo kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ didin nîşandan. Em dixwain piştrast bikin ku Înîsyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Iraqê beşeke ji têkoşîna mezintir û hevkarî li gel Forma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ye. Ev hewldana mezin a mirovî nasnameya civakeke şaristaniyê ya ji bo azadiya Ocalan ya ji Girtîgeha Îmralî û destpêkirina rêwîtiyeke nû ya ji bo avakirina civaka demokratîke.”