
'10'emîn pakêta darazê ji bo jinan bi rîsk e'
- 09:04 11 Hezîran 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Parêzer Nevraz Sigin diyar kir ku Pakêta Darazê ya 10'emîn ku hat pejirandin ji bo jinan bi rîsk e û got:"Ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan, pêdivî bi sepandina qanûnên heyî heye, ne guhertina qanûnê."
Qanûna Derbarê Cihbicîkirina Cezayan û Tedbîrên Ewlehiyê de, ku wekî Pakêta Darazê ya 10'emîn ket rojevê, piştî ku di 4'ê Hezîranê de ji aliyê Lijneya Giştî ya Parlamentoyê ve hat pejirandin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ket meriyetê. Li gorî rêziknameya nû, kesên ku ji ber sedemên wekî nexweşî an seqetiyê nikarin di girtîgehê de bimînin, ji bilî kesên ku cezayên girankirî û heta hetayê li wan hatiye birîn, dê bikaribin cezayên xwe li malên xwe bikşînin.
Nevraz Zelîha Sigin, parêzereke dilxwaz ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, diyar kir ku ev rêzikname dikare ji hêla zêdekirina astengkirinê ve were pêşwazîkirin, nemaze di sûcên birîndarkirin û gefxwarinê de, lê mêrên ku cezayên xwe li malê dikişînin dê ji bo jinên ku şîdeta mêran dibînin, xetereyên cidî çêbikin. Nevraz Sigin, diyar kir ku madeyên di Destûra Bingehîn de yên der barê jinan de têr in, lê di bicîhanîna wan de pirsgirêk hene, her wiha bal kişand ser pêwîstiya pisporkirina qanûnê ys di derbarê binpêkirinên mafên jinan de.
Nevraz Sigin diyar kir ku pêşnûmeyek qanûnî ya nezelal ji hêla parlementoyê ve bêyî şêwirîna baro û parêzeran hatiye pejirandin û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê her du salan carekê rêziknameyek wisa derdixe holê, lê rêziknameyên pir cûda tê de nînin. Nevraz Sigin diyar kir ku guhertin dikare wekî Qanûnek Torbeyê were binavkirin û got, "Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) 86 sûcê birîndarkirina sivik jî dihewîne. Ev bend ji bo jinan girîng e. Birîndarkirina bi zanebûn di nav şîdeta li dijî hevjînê de tê hesibandin. Di sînorê jêrîn ê vê de zêdebûnek heye; ji salekê derketiye 1 sal û 6 meh. Di TCK 87'an de jî, bi heman awayî ji 3 salan bûye 5 sal. Di TCK 106'an de, ku sûcê gefê jî dihewîne, sînorê jêrîn ji bo gefa sivik ya bi şert ji 6 mehan bûye 2 sal û ji bo gefên bi çekê jî ji 5 salan bûye 7 sal. Tê xuyakirin hewl hatiye dayin bi cezayên hatine zêdekirin asta sûc dakeve. Em difikirin ku ev guncav bû."
Nevraz Sigin, diyar kir ku ji bo girtina siyasetmedaran jî di vê pakêtê de qilifa ku ji bo girtiyên nehiqûqî tên girtin hatiye pêdekirin.
Nevraz Sigin, diyar kir ku li gorî rêziknameyê, şandina mêrekî ya malê dikare rê li ber wî veke ku sûcekî dinê li dijî hevjîna xwe bike û got, "Ev hinekî dişibihe valakirina girtîgehan. Ne diyar e ka ew ê çawa were bicîhanîn, em ê di pêvajoya pêş de bibînin."
'Divê dewlet pêşî Destûrê bicîh bîne'
Nevraz Sigin, da zanîn ku binpêkirinên mafên jinan dikarin bi bicîhanîna qanûnên heyî werin çareser kirin û di vî warî de hewcedarî bi rêziknameyeke qanûnî ya zêde tune ye. Nevraz Sigin diyar kir, "Ji ber ku her gavek ku ew dikin dij-demokratîk e, em nafikirin ku ew ê bi her beşê civakê re li hev bikin û Destûrek Bingehîn derxin. Ger wan Destûra Bingehîn bicîh bianiya, Peymana Stenbolê bi îmzeya yekane ya serokkomar nikaribûya bihata vekişandin. Wan doza betalkirinê ya ku me vekir red kir. Dema ku em li daneyan dinêrin, em dibînin ku piştî Peymana Stenbolê şîdeta li dijî jinan zêde bûye. Ez bi xwe ji hikûmetê hêvî nakim ku Destûrek Bingehîn a demokratîk derxe. Ji bo wê bes e ku qanûnan niha bicîh bîne."
'Divê sûcên li dijî jinan di nav efûyê de neyên bicihkirin'
Nevraz Sigin, ku diyar kir ku li gelek Dadgehên Cezayê Bilind, madeya derbarê jinan de di nav sûcên kuştina bi zanebûn de nîne û got, "Me dê daxwaz bikira ku sûcên li dijî jinan bi kêmanî bi awayekî cuda di qanûna înfazê de werin bicihkirin. Ev kes vê tundûtûjiyê dike û dema ku tê berdan, ew berdewam dike, 'karê xwe yê neqediyayî' temam dike. Em vê yekê pir caran dibînin. Ji ber vê sedemê, divê sûcên li dijî jinan jî ji efûyê werin derxistin. Divê em vê yekê di her medyayê de dubare bikin."
'Divê mijara binpêkirinên mafên jinan di qanûnê de were pispor kirin'
Nevraz Sigin, diyar kir ku ew nikarin di dozên binpêkirinên mafên jinan de pratîkên yekreng bibînin û got, "Bo nimûne, heta di dozên gumanbar ên kuştina jinan de jî, dibe ku dozger neçûye cihê bûyerê. Bi gelemperî, di mirinên gumanbar de, cenaze bêyî ku dozger biçe cihê bûyerê divê cihê xwe tev nedin. Lê her çend em nekarin van pratîkên yekreng jî di qonaxa dozgeriyê de bibînin jî, em nikarin li dadgehê bi tevahî li bendê bimînin. Bi gelemperî, bê guman, divê ev qad were pispor kirin. Em her gav dibêjin ku di dozên şîdeta li dijî jinan de, divê bersûc ji gumanê sûd wernegire. Ji ber ku di dawiya rojê de, bersûcên ku vê bêcezatiyê dizanin kiryarên xwe cara duyemîn an sêyemîn dubare dikin û em rastî kiryarên ku dibin sedema kuştina jinan tên."