
DEM Partî amadekariyan dike ku biçe Girava Îmraliyê
- 16:00 11 Hezîran 2025
- Rojane
ENQERE - DEM Partî ragihand ku ew amadekariyên xwe dikin ku di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê. Her wiha ragihand ku dê bi gelek kesayet û rêberan re hevdîtinê bikin.
Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bin serokatiya Hevserok Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan de li avahiya baregeha partiyê kom bûn. Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan derbarê rojeva civîna MYK û pêşketinên heyî de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan got DEM Partî amadekariyan dike ku biçe Girava Îmraliyê.