
Xizma girtî: Em bi serokatiya xwe bawer in
- 09:06 13 Hezîran 2025
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Eyne Atabay a ku keça wê 29 sal in girtiye û kurekî xwe di pêvajoya pevçûnê de winda kiriye wiha got: “Em bi serokatiya xwe ku ev pêvajo daye destpêkirin bawer in. Em wek ava zelal pê bawer in. Bila kes nebêje em gelê Kurd dixapînin. Gelê Kurd piştgiriyê dide serokatiya xwe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokrtîk’ kir û pêvajoyek nû destpê kir. PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û piştre jî di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê di 12’ê Gulanê de parve kir. Tevî bangê hîna dewletê gavek navêtiye.
Eyne Atabay zarokekî xwe di pevçûnan de winda kiriye û yê din jî 29 sal in girtiye. Eyne Atabay yek ji dehezaran dayikê ye.
Piştî ku kurê Eyne Atabay tevli PKK’ê dibe, keça wê Leyla Atabay jî tevli dibe. Kurê wê piştî demekê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Keça wê Leyla Atabay di 1997’an de tê binçavkirin û girtin û cezayê muebetê lê tê birîn.

‘Zarokên me têkoşîna jiyanek azad dan’
Eyne Atabay da zanîn ku keça wê surgunê gelek girtîgehan hatiye kirin û wê jî li derve têkoşîna xwe meşandiye. Eyne Atabay wiha got: “Keça min dema tevli bû xwendekara lîseyê bû. Nameyek ji me re hişt û tevli bû. Yên ku herî zêde aştiyê dixwazin dayikên ku zarokên xwe windakirine. Me zarokên xwe bi delalî mezin kirin. Wan jî xwarinek germ, nivînekî germ dixwest. Bi gotinên hinek kesan tevli nebûn. Ew ji bo jiyanek azad û wkehev tevli bûn û têkoşîn dan.”
‘Li dijî îşkenceyên dijmirovahî têkoşîn dan’
Eyne Atabay daxuyakirin ku di salên 90’î de gundên wan hatine şewitandin û wiha vegot: “Bi hezarna kes koçber bûn. Piranî hatin girtin û îşkenceyên giran dîtin. Keça min li dijî vê zilmê tevli PKK’ê bû. Ji 1997’an heta niha girtiye. Ez bi salane diçim ber girtîgehan. 29 sal in li ber deriyên girtîgehan digerin. Li ser zarokên me tundî û îşkence hene.”
‘Em bi serokatiya xwe bawer in’
Eyne Atabay di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Em bi serokatiya xwe ku ev pêvajo daye destpêkirin bawer in. Em wek ava zelal pê bawer in. Bila kes nebêje em gelê Kurd dixapînin. Gelê Kurd piştgiriyê dide serokatiya xwe. Em piştgiriyê didin aştiyeke bi rûmet. Destê xwe bidin ser wijdanê xwe. Vî şerî rawestînin. Bila kes negirî rondikan nebarînin. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”