Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hat avakirin

  • 13:27 15 Hezîran 2025
  • Ekolojî
               
AMED - Ekolojîst, cotkar, rojnameger, xwendekar, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin gel hev û Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ava kirin. 
 
Li Amedê Ekolojîst, cotkar, rojnameger, xwendekar, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê hatin gel hev û avakirina Meclisa Ekolojiyê ragihandin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bê jiyana ekolojîk aştî pêk nayê” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji ewil endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn axivî û armanca civînê vegot. Necdet Sezgîn, got: “Em, Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ava dikin. Ew meclis dê bibe çareseriya pirsgirêkên têkildarî ekolojiyê. Li Rojhilata Navîn şer heye. Em wekî Meclisa Ekolojiyê li dijî şer in.”
 
Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî ekolojîst Yildirim Arslan axivî û peywirên meclisê û rojevên wê parve kir. Yildirim Arslan, diyar kir ku tevgera azadiyê hişmendiyek di wan de ava kiriye û got: “Ew keda 50 salan, gihiştiye asteke bilind. Çiqasî bi gel re têkilî xurt be, xebat jî ew qas digihijê gel. Em pergala Modernîteya Demokratîk diparêzin. Wê rê nîşanî me daye. Azadiya jinê ronesensa me ye. Divê em ve baş fem bikin. Aliyê xwe yê ekolojîk pêş bixin. Îro em li Rojhilata Navîn pêşengtiya Ronesansê dikin. Lewma divê êdî xebatên teorîk bigihijin gel.”
  
Piştre jî rêziknameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ji hêla aktîvîst Semra Dagdelen ve hate xwendin û meclis hate ragihandin.