Sebahat Tuncel:Kurd jiyana nû ava dikin

  • 18:01 15 Hezîran 2025
  • Rojane
STENBOL-Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel di panale ku ji aliyê Piştevaniya Jinan a Sultangazî ve pêk hat axivî da zanîn ku divê jin pêvajoya aştiyê de ne temaşevan  bibin kirde. Sebahat Tuncel wiha got: “Kurd jiyanek nû ava dikin. Divê jin di têkoşîn azadiya jinê de rola aktîf bilîzin.”
 
Piştevaniya Jinan a Sultangazî bi dirûşmeya ‘bi destê jinan aştî, bi civaka demokratîk bilind bûn’ li Mala Cemê ya Gazî panel pêk anî.Aktîvîsta  Tevgera Jinen Azad (TJA) Sebahat Tuncel wek axaftinker cih girt û her wiha dayikên aştiyê, nûnerê rêxistinên jinan, endamên DEM partiyê û aktîvîstên TJA’yê tevli bûn.
 
‘Divê jin avakirina aştiyê nîqaş bikin’
 
Sebahat Tuncel da zanîn ku şerên tên jiyîn berdewama sêyemîn şerê cîhanê ye û  got di pêvajoyên avakirina aştiyê de nîqaşên jinan girîngin. Sebahat Tuncel wiha got: “Bedena jinan di şer de vediguherinq ada şer. Pêvajoyên şer de tundî tê normalkirin. Ji ber vê jî li dijî şer di avakirina aştiyê de nîqaşên ku jin bimeşînin gelek girînge.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Sebahat Tuncel balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye û got: “Bi bangê re pêvajo guherî li Tirkiyeyê bawerî û gelên din nayên naskirin. Tirkiya polîtîka înkarê dimeşîne. Divê ev biguhere.  PKK’ê bersiva erênî da banga Abdullah Ocalan. Divê dewlet gavê bavêje. Divê mafê hêviyê pêk bê. Gav bên avêtin di asta sêyemîn de peywira ji bo civaka demokratîk dikeve ser milê hemû kesî.”
 
Sebahat Tuncel axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê jin di pêvajoya aştiyê de ne temaşevan  bin, divê bibin kirdeya pêvajoyê. Kurd jiyanek nû ava dikin. Divê jin di têkoşîn azadiya jinê de rola aktîf bilîzin.”