
Yekitiya Jinên Ermenî komcivînek li dar xist
- 15:15 17 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ermenê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek bi navê "Rola jinan di avakirina aşîtiyê û pêkanîna edaleta demkî de" li bajarê Hesekê li dar xist.
Yekitiya Jinên Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek bi navê “Rola jinan di avakirina aşîtiyê û pêkanîna edaleta demkî de “ bi tevlîbûna bi dehan endam û nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li hola Xabûr ya taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê hat li dar xist. Di Komcivîn du mijaran; "Sûriyeya nû ber bi ku derê ve diçe" û "Rola jinan di avakirina aşîtiyê û pêkanîna edaletê de" hatin şîrovekirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekitiya Jinên Ermen Guhar Xacadoriyan axivî û wiha got: "Jinan bi tevahî hêza xwe li hemberî ferasetên baviksalar têkoşiyan. Piştî Şoreşa Rojava li hemberî hemû paşverûtiya DAIŞ’ê tekoşînek bêhempa meşandin û cîhanê ji terorê xelas kirin, bi têkoşîna xwe ya domdar destkeftiyên xwe parastin.”
Mijara yekemîn a bi navê "Sûriyeya nû ber bi kuderê ve diçe" ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ermenî Sîlda Sîmoniyan ve hate birêvebirin. Sîlde wiha got:” Pêvajoya ku Sûriyeyê tê re derbas dibe em bi rastiyek nû ya tijî dijwarî û hêviyan re rû bi rû ne, ji ber Sûriyê hewl dide ku ji çerxa şer a 14 salan dom kiriye derkeve. Lê bi hatina hikûmeta demkî ya Şamê û kiryarên ku li dijî gelan pêk tîne bi taybet li perava Sûriyeyê xetereyek mezin li pêşiya Sûriyê ye. Sûriyek ku fermandar û rêvberên wê destê wan di xwînrijandina civaka Sûriyê heye , destê wan di koçberkirina gelê Sûriyeyê heye wê Sûriyê ber bi çi ve biçe? Civaka Sûriyeyê vê yekê qebûl nake û tu Sûriyeyek nû bi vî rengê nayê qebûlkirin. Ji bo ku em bikaribin bêjin Sûriyek nû an jî Sûriyê ber bi avakirina wekhevî û edaletê biçe pêwist e mînak ji projeya Rêvberiya Xweser were girtin û pêkanîn. "
Mijara duyem a bi navê " Rola Jinan di avakirina aşîtiyê û pêkanîna edaletê de " ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ermen a Qamişlo Sîta Kerbo ve hate birêvebirin. Sîta wiha got: "Jin stûneke bingehîn a civaka Sûriyeyê ne, ev yek rola wan di pêşerojê de girîng e. Li herêmên di bin kontrola hikûmeta nû ya Sûriyeyê de jin tên kuştin û tundî li ser wan tê kirin. Divê civaka navneteweyî bi edalet nêzê vê rewşê bibin. Divê li Sûriyeyê mafên tevahî pêkahateyan bên parastin, çareserî ji tevahî pirsgirêkan re bê dîtin û sûcdar bên cezakirin. Divê jin di avakirina Sûriyeya nû de şirîkek bingehîn bin."
Piştîre mijara yekem û duyem li pêşiya nîqaş hatin vekirin. Komcivîn bi encamnameyek ji aliyê Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî Losnak Kavoriyan ve hat xwendin, bi dawî bû.
Encamname wiha bû:
“Em weke Yekitiya Jinên Ermen xwe parêzvan dibînin û xwedî li doza xwe derdikevin. Em li bendê namînin kes mafên me bide me, em ê bi destên xwe mafên xwe misoger bikin. Edalet ne sloganek e, em her roj ji bo pêkanîna wê dixebitin. Sûriye ber bi ku ve diçe? Bêyî edaletê aştî ne pêkan e. Sûriyeya ku em xeyal dikin, li ser jibîrkirin an lihevkirina siyasî nayê avakirin.
Divê pêşeroja me li ser van bingehan be:
* Bidawîkirina şîdeta li ser gelên Sûriyeyê û ewlehiya ku yekitiya xaka Sûriyeyê misoger bike.
* Divê jin di cihê biryardayînê de xwedî rol û misyon bin.
* Divê komîsyonek taybet a jinan ji bo pêkanîna edaletê were avakirin.
* Divê sûcên tundiya zayendî û koçberkirina bi darê zorê werin belgekirin.
* Çareserî ji bo jinan ew e ku sîstema li Sûriyeyê pêk were sîstemek ne navendî be.
* Qedexekirina gotinên nefretê li dijî kêmar û pêkhateyên li Sûriyeyê.
* Zagonên ku mafên jinan neparêzin divê werin rakirin û zagonên bi destên jinan werin nivîsandin.”