Jinên kedkar derbarê krîza aborî de nirxandin kirin

  • 09:02 17 Hezîran 2025
  • Ked/Aborî
 
MERSÎN – Jinên ku li  qeyikên masîgiran dixebitin bal kişandin ser bandora biryarên ku ji hêla siyasetmedaran ve li ser krîza aborî hatine girtin û diyar kirin ku zehmetiyên ku ew dijîn kûrtir dibin. Wan tekez kir ku têkoşîna ji bo debara jiyanê êdî nayê tehemûlkirin.
 
Krîza aborî ya ku li Tirkiyeyê  her roj kûr dibe jiyana jinan ser û bin dike. Ji aliyekî ve, karên malê, ji aliyê din ve, têkoşîna ji bo debara jiyanê... Wekî din, piraniya dema wan di karên ne ewle û kêmheqdest de derbas dibe. Bandora krîzê ne tenê di bêrîkan de, lê di heman demê de di metbex, li sofreyan û heta di xwarina zarokan de jî tê hîskirin. Ev bar, ku bi polîtîkayên şer ên hikûmetê re giran dibe, dibe barekî giran li ser milên jinan. Jinên ku li  qeyikên masîgiran yên li navçeya Akdenîzê dixebitin, bi ravekirina zehmetiyên aborî yên ku ew dijîn bi gotinên xwe rûyê nedîtî yê vê krîza borû li ber çavan radixin.
 
'Gundî, cotkar perîşanin û rvebirin xirabe'
 
Fatma Bülbül, ku got krîza aborî ya ku vê dawiyê hatiye jiyîn ji salên berê pir girantir e, diyar kir ku metbexa wê rasterast ji vê krîzê bandor bûye û got, "Em diçin bazarê, çend tiştên piçûk dikirin; em dinêrin ku pereyekî zêde ji bo vê hatiye xreckirin. Ez teqawid bûme lê ez neçar mam li vir dîsa bixebitim. Ez çardeh hezar lîre mûçe distînim, lê gava hûn bi vê mûçeyê diçin bazarê, nîvê wê jixwe diçe. Dema ku dor tê ser fatûreyên ceryan û avê, em bê tiştek dimînin. Rewş pir xirab e; Ez nizanim ev ê çawa çareser bibe. Divê li welat hilberîn hebe. Pîşesaziya me hilberîne nake, gundî û cotkar perîşan bûne, rêveberî qels e. Kargehên ku hildiberandin hatin firotin. Biryarên ku ji hêla siyasetmedaran ve hatine girtin rasterast bandorê li krîza aborî dikin; krîz ji her derê lêdide. Divê jin bên îstihdamkirin, ji cotkar û pîşesaziyê re divê piştgirî bê dayîn, divê sektora tekstîlê were xurtkirin. Karkerên tekstîlê di rewşek pir dijwar de ne. Ger em nebin civakek ku hilberîne, em ê bi rewşeke ji vê xirabtir re rû bi rû bimînin."
 
'Em naxwazin her roj bi zêdebûna biha re rû bi rû bimînin'
 
Meliha Şekerer, ku diyar kir ew 15 sal in dixebite, got ku ew du caran neçar maye cihê karê xwe bigire. Wê diyar kir ku piştî zewacê dest bi  xebatê kiriye da ku ew ji hêla aborî ve bi hevjînê xwe re girêdyî nemîne. Meliha Şekerer, diyar kir ku şert û mercên xebatê yên jinan ne ewle ne û lê zêde kir ku ew pir caran heqê keda xwe wernagirin. Melîha Şeker diyar kir ku mirov li gorî bêrîka xwe tevdigerin û ew jî hewl didin ku dema kirîna berheman li gorî bihayê biryaran bidin. Meliha Şekerer ji zêdebûna bihayê ya domdar gazin kir û got, "Heta bihayê penêr jî roj bi roj diguhere. Em naxwazin her roj bi zêdebûna bihayên nû re rû bi rû bimînin. Em dixwazin ku ev zêdebûna bihayê niha bi dawî bibe."