ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 18 Hezîran 2025
  • Rojev
 
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijara “Di neteweya demokratîk de hevjiyana azad" wiha şîrove dike: "Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, em ê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsperestiyê bihurî têkiliya herî bi hêz e. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe." DOSYA 
 
* Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku ciwan ji serhildana civakê re pêşengiyê dikin û gotin: “Em ciwan wê cîhanê rizgar bikin. Ji bo pêvajo biguhere aştiyê em ciwan wê bi hev re xeta têkoşînê mezin bikin.” BI DÎMEN
 
* Delal Ozbey balkişand ser armanca avakirina Meclîsa Ekolojiyê ya Bajar a Amedê û da zanîn ku qirkirina ekolojîk bi texrîbatên mezin didome. Delal Ozbey wiha dirêjî dayê: “Em ê gund bi gun navçe bi navçe bi gel re bên gel hev û li dijî talana xwezayê têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin.” BI DÎMEN
 
* Jinan derbarê pêvajoya ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hatiye destpêkirin de axivîn û got bi tevlibûna jinan wê aştî pêkan be û gotin: “Wek her derê jin neçarin bibin nûnerên aştiyê.” BI DÎMEN