Rêxistinên ciwanan: Em ê ciwan cîhanê rizgar bikin

  • 09:04 18 Hezîran 2025
  • Rojane
  
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku ciwan ji serhildana civakê re pêşengiyê dikin û gotin: “Em ciwan wê cîhanê rizgar bikin. Ji bo pêvajo biguhere aştiyê em ciwan wê bi hev re xeta têkoşînê mezin bikin.”
 
Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 15-16’ê Hezîranê de li Stenbolê bi dirûşmeya "Ciwan û civaka demokratîk" konferans pêk anî. Ji her alî rêxistinên ciwanan tevli konfeansê bûn û gelek mijar hatin nirxandin. Peyma têkoşîna yekbûyî ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê derketin pêş. Rêxistinên ciwanan der barê konferansê de nirxandin kirin.
 
Ciwanan ji serhildana civakî re pêşengî kirin
 
Ji Kordînasyona Navenda Ciwanên Azadîxwaz Beyda Ceylan da zanîn ku ji ber polîtîkayên desthilatdarî dimeşîne ciwan bi hêrsin û got: “Bi taybet rêxistinbûna ciwanên zanîngehê girîng e. Piştî 19’ê Adarê şûnde em bi ciwanên ku hêrsa wan mezin bûye re hatin rû hev. Ciwanan ji serhildana civakî re pêşengî kir. Ji zanîngeh û kampusan derketin û gotin hêrsawan mezin bûye. Li zanîngehan xwendekaran dikin karker. Li dijî vê bertek heye. Em ji rêxistibûna vê hêrsê berpirsin. Li dijî xizanî û karkerbûnê daxwaza me heye.  Em dixwazin zanîngehên xwe azad bikin û demokratîk bikin. Divê  berxwedanek bê rêxistin kirin. Em li dijî talana xwezayê jî qada jiyanê diparêzin. Sala 2025’an sala malbatê hat îlankirin. Bi destê desthilatdariyê tundiya li ser jinan zêde dibe. Ked û bedena jinan tê binpêkirin.”
 
‘Em ê têkoşînê bibin qadan’
 
Beyda Celan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê pêvajoya nû de daxwaza aştiyê bîne ziman û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî dixwaze Gelê Kurd, ciwanan, ekolojîstan bêdeng bike. Dixwaze xwe serdest bike. Lê divê em wek kirdeyên pêvajoyê têbikoşin. Divê jin, ciwan, ekolojîst, Elewî bi hev re ligel hev têbikşin û pêvajoyê veguherin aştiyê. Divê her kes gotina xwe daxwazên xwe bînin ziman. Divê em soz bibin hev û têkoşînê bibin qadan.”
 
Pirsgirêka kurd, krîza aborî, pirsgirêka demokrasiyê
 
Berpirsa Ciwanan a Tirkiyeyê ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Derîn Doga Kuş destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîn û daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û wiha dirêjî dayê: “Tevgera Kurd aştiyê rast bibîne em jî ligel wan e. Divê prisgirêka Kurd çareser bibe. Ev 200 sale pirsgirêka Kurd heye. Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Li welat şerekî demokrasiyê ya mezin heye. Pirsgirêka aboriyê heye. Ji sedî 60’ê welat bi mûçeyê asgarî dixebitin. Ev rêje di bin sînorê birçîbûnê de ye. Divê ev biguhere.”
 
‘Em ciwan wê cîhanê rizgar bikin’
 
Derîn Doga Kuş wiha dawî lê anî: “Tevgera ciwanan siyasetê dibe kolanan. Ciwan êdî dadikevin qadan û siyasetê dikin. Her ku ciwan çewisandin em daketin kolanan.Em ê cîhanê rizgar bikin. Em têkoşîna rêxistinkirî diparêzin.”