Xwendekarên Perperike û Xalxalokê karneyên xwe wergirtin

  • 14:25 20 Hezîran 2025
  • Rojane
 
AMED - Xwendekarên biçûk ên li Zarokistanên Perperike û Xalxalokê ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, sala xwendinê ya 2024-2025’an bi serkeftî qedandin, karneyên xwe wergirtin û ketin betlaneya havînê.
 
Di merasîma belavkirina karneyan de, alîkarên hevşaredaran, berpirsiyarên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, mamosteyên krêşan û malbatên xwendekaran amade bûn. Xwendekarên biçûk karneyên xwe ji destê protokola ku di merasîmê de amade bûn wergirtin û dest bi betlaneya havînê kirin.
 
Berpirsiyarên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî di daxuyaniya xwe ya piştî merasîmê de wiha gotin: “Xwendekarên me yên biçûk ên li Zarokistanên Perperike û Xalxalokê perwerdeya pirzimanî wergirtin, di nava salekê de di hawîrdoreke tendurist û aştiyane de demeke bi kalîte di perwerdehiyê de derbas kirin. Armanca me ya di perwerdehiyê de ew bû ku em zarokên xwe ji bo pêşerojeke geş baştir amade bikin. Saziyên me di vî warî de hewldaneke girîng dane. Em bawer dikin ku saleke serkeftî ji bo zarokên me derbas bûye.”
 
Her wiha berpirsiyaran bang li malbatan kirin û gotin: “Em ji malbatên xwe daxwaz dikin ku di betlaneya havînê de perwerdeya pir zimanî ya ku zarokên me li Zarokistanên Perperike û Xalxalokê wergirtine bidomînin. Di heman demê de, em hêvî dikin ku ew hewldanên xwe yên çandî berdewam bikin û rêbazên kevneşopî zindî bihêlin. Bi vî awayî, em bawer dikin ku em ê tevkariyeke mezin li pêşeroja xwendekarên xwe yên biçûk bikin.”
 
Merasîm bi belavkirina karneyan û daxuyaniyên hatin kirin re bi coşa betlaneya havînê ya xwendekaran bi dawî bû.