
Heyeta Îmraliyê: Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng
- 12:52 26 Hezîran 2025
- Ramyarî
ENQERE - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinê pêk anî. Piştî hevdîtinê heyetê daxuyanî da. Pervîn Bûldan got: “Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng. Em biçin serdana birêz Ocalan.”
Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinê pêk anî.
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar piştî hevdîtinê daxuyanî dan. Pervîn Buldan destpêkê axivî û û got: “Serdan di astekê de serdana rêzgiriyê bû. Ji ber ku birêz Nûman Kurtulmuş careke din hate hilbijartin me serdana ‘li ser xêrê be’ pêk anî. Lê di heman demê de me asta heyî ya pêvajoya aştiyê nirxand, nîqaş kir û nêrînên xwe parve kirin. Serdana me ku nîv saetê dewam kir, gelekî erênî derbas bû.”
Pervîn Buldan diyar kir ku “Eleqeya ku Nûman Kurtulmuş nîşan dide gelekî girîng e, em spasiya wî dikin” û wiha got: “Di rojên pêş de em ê hîn bêhtir bi wî re hevdîtinan bikin. Ji ber ku pêvajo gihîştiye astekê. Di rojên pêş de em ê bi we re parve bikin bê ev qonax çi ne, lê belê dixwazim bibêjim ku gihîştiye asteke girîng.”
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku ew ê bi Bahçelî, Ozel û Erdogan re jî hevdîtinê bikin, piştre jî biçin Îmraliyê û wiha axivî: “Li gorî me, gelekî girîng e ku ev pêvajo li ser zemîna diyalogê û parlamentê bi pêş ve biçe. Di nava du hefteyan de em ê serdana birêz Bahçelî, Ozgur Ozel û Serokkomar Erdogan bikin û piştî van hevdîtinan jî em ê li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Endamê Heyetê Mîthat Sancar jî têkildarî komîsyona li Meclîsê ya ji bo pêvajoyê bê avakirin agahî da û wiha got: “Demeke dirêj e tê axaftin ku ji bo ev pêvajo bi tevlîbûn û piştgiriya civakî bimeşe, di rêya aştiyê de gavên hîn xurt bê avêtin Meclîs bikeve dewrê. Daxwaza me jî ev bû. Di vê mijarê de gava herî girîng a bê avêtin avakirina komîsyonek li Meclîsê ye. Di vê mijarê hem raya giştî hem jî partiyên siyasî hemfikir in.”